TAJÊ girtina Leyla Guven şermezar kir 2020-12-25 16:37:43   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi daxuyaniyek nivîskî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û got: "Xwestin bi girtina Leylayê pêşî li ber têkoşîna wê bigirin. Lê îrade û ruhê azad tucarî nayê girtin. Di dîrokê de çawa tu hêzên zalim û desthiladar nekarin pêş li têkoşîna azadiya gelan bigrin îro jî nikarin bigirin."    Kordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ), derbarê binçavkirina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin     Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Wek tê zanîn ji aliyê dewleta faşîst ya dagirker ve careke din jina têkoşer û berxwedêr Leyla Guven hat girtin û cezayê zindanê lê hat birin. Dewleta faşîst xwe li ruhê azad û aştîxwaz ya jina kurd Leyla Guven negirt bi vê bûyera sosret ya ne hiqûqî bêçaretî û rû reşiya xwe raxist ber çavên hemû cîhanê.   Leyla Guven sembola berxwedana jina kurd e û di heman wextê de dilsoz û şopdarê felsefa û fikirê rêber Apo ye. Ji bo azadiya rêber Apo ya fîzîkî û hemû girtiyên siyasi, bi fedekarî û îradeyek pir mezin 200 rojî li ber xwe dan. Piştî çalakiya xwe jî bi werektî û azweriyê ji bo aştî, yekitî û tifaqa navneteweyî kar û xebat meşand Leyla Guven ne tenê ji bo jina kurd ji bo hemû jinên cîhanê li hember cînsperezî, ne wekhevî û ne dadweriya dewlet û mêran li ber xwe da û xwedî li pirsgirêkên jin û civakê derket. Bi vê sekn û xebata xwe ji bo hemû jinan bû çavkaniya bawerî, wêrektî û moralê.    Dilsozî û girêdaniya xwe ya bi gel re hêz û rêxistin ava kir. Ruhê Leyla Guven yê azad û berxwedêr tirs û xofek pir mezin xiste dilê dijmin û neyaran. Di şexsê jina kurd de Leyla Guven têkçûyîn û lewaziya xwe dîtin, ji bo wê xwe li hember ruhê wê yê aştixwaz negirtin, xistin zindanê. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirkiyeyê aligirê şer, xwinrêji, qetlîam û fermana ne. Fêri kuştina jin, zarok, ixtiyar û ciwana bûye.   Xwestin bi girtina Leylayê pêşî li ber têkoşîna wê bigirin. Lê îrade û ruhê azad tucarî nayê girtin. Di dîrokê de çawa tu hêzên zalim û desthiladar nekarin pêş li têkoşîna azadiya gelan bigrin îro jî dewleta faşist a qirker nikare pêşi li azadiya jina kurd û Gelê Kurd bigire. Hêj di roja despêkê de li her devera ku kurd û dostên xwe lê heye xwedî li jina kurd Leyla Guven derketin, dilsozî û girêdaniya xwe ji bo wê raber kirin. Yê tenê ma, rureş bûn jî hatin şermezarkirin û tewanbarkirin, dewleta faşîst a tirk bû. Dewleta faşîst a tirk ji aliyê wijdan û exlaqê mirovahiyê de ji roja despêkê hat darizandin û mehkumkirin.   Têkoşîna jina kurd Leyla Guven bi serketiye û dijminê mirovahiyê têk çû ye. Dost û hevalbendên jina kurd Leyla Guven her diçe zêde dibin lê dost û hevalbenden dewleta faşî kêm dibin. Kîn û hêrsa jina kurd pir kûr û dirokî ye. Dijminê ku ji aştiyê û mirovahiyê fêm nake yê di nav hêrs û kîna jina kurd de bê fetisandin û tune kirin.    Em dibêjin bijî berxwedana Leyla Guven, berxwedana Leyla Guven berxwedana hemû jinên kurd û yê cîhanê ne."