Ji bo girtîgehan qert û pirtûk hatin şandin 2020-12-25 16:09:30     MÊRSÎN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrsînê bi armanca piştevaniya bi girtiyan re pirtûk û qert şandin girtîgehan.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bal kişandin ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatin destpêkirin û di roja xwe 29'emîn de ne. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrsînê yên li ber Avahiya HDP'ê ya Akdenizê hatin gel hevdu bi bîr xistin ku girtiyên ji bo aştiyê û azadiyê li berxwe didin li dijî tecrîd û binpêkirina mafan di nava çalakiyan de ne. Ciwanan banga xwedîderketina xwestekên girtiyan kirin.    Piştî daxuyaniyê ciwan derbasî PTT a Akdenizê bûn û pirtûk û qert ji bo girtiyan şandin.