'Pîrozkirina cejnê bersiveke li dijî dagirkeran e' 2020-12-25 15:19:11   HESEKÊ - Endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Aşûriyan (Natoru) Diyana Niwiya û Soniya Hawê cejna sersalê û rojbûna Hezretî îsa pîroz kirin û dan zanîn ku ne êrîş û ne jî dagirkerî wê bikaribe destdirêjiyê li nirxên me yên pîroz bikin.    Hêzên Natoru ku parastina çalakiyên ku tên lidarxistin dikin, bi erka xwe ve radibin û nahêlin ku jiyana gel bikeve xeteriyê. Bi armanca parastina şêniyan li her deverê belav dibin û erka xwe pêk tînin.    Dîsa da ku Aşûriyên navçeya Til Temirê cejna xwe pîroz bikin, Hêzên Natoru kolanên ku tên dêra Meryem El-Ezra girtin û endam li ser xaniyan û li kêleka rê belav bûn.   Aşûriyan di saetên serê sibehê de bi lêdana zingilê Dêra Meryem El-Ezra, berê xwe dan dêrê da ku cejnê li gorî kevneşopî û rê û resmên taybet pîroz bikin.   Endama Hêzên Natoru Jin Diyana Niwiya a derbarê cejnê de nêrîna xwe parve kir.    'Cejna me parastina gel û nirxên me ye'   Diyana cejna sersalê û rojbûna Hezretî Îsa pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Cejna sersalê li tevahî pêkhateyên pîroz dikim û bi hêvî me ku ev cejn bibe wesîleya aştiyê li herêmê. Cejna me ya wekî hêz parastina gel û nirxên xwe yên pîroz ji dagirkeriyê ye."   Gundê Um El-Kêf ku rojavayî navçeya Til Temirê bi 3 km dikeve û her dibe hedefa êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê. Dêra gund saleke zêdetir e ji ber dagirkeriyê hatiye girtin, lê carcaran demê ku nimêj hebe tê vekirin. Aşûriyên gund yên ku ji ber dagirkeriyê nikarin cejnên xwe li gundê xwe pîroz bikin, berê xwe didin Dêra Meryem El-Ezra a navçeya Til Temirê.   'Pîrozkirina cejnê bersiveke ji dagirkeran re ye'   Yek ji jinên gund Sonya Hawêl  ku ruxmî xeteriya heyî ji saetên serê sibehê de ber bi navçeyê ve hat, da ku cejnê pîroz bike. Sonya derbarê rewşa gund ku ev saleke rastî êrîşan tê wiha got: "Em nikarin vê salê bixin ferhenga salan, ji ber ku îsal em rojane bi êrîş û topbarana dagirkeran re rû bi rû diman. Piştî pandemiya koronayê ev yekemîn care li dêrê kom dibin. Em bi hêvî ne ku ev cejin bibe wesîleya parastina xaka me ya ji dagirkeran. Ruxmî xeteriyan dîsa jî me deriyê dêrê vekir û cejin pîroz kirin. Pîrozkirina cejnê bersiveke li  dijî dagirkeran e."