Nazîme Qaya: Ez cenazeyê lawê xwe dixwazim 2020-12-25 13:54:44   AMED - Dayika Ulaş Çelîk ê ku cenazeyê wî ji Goristana Xarzanê hatibû derxistin û heta niha tu encam jê nehatiye girtin, Nazîme Ulaş diyar kir ku ew çend sal in li pey hestiyê kurê xwe digere û ev tişt got: “Dilê min bi kul e. Ez bang û gazî dikim ku bila dengê me bê bihîstin.”   Ulaş Çelîk ê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû dabû li Goristana Xerzanê hatibû definkirin. Di sala 2017’an de ji goristanê hatibû girtin û niha nayê zanîn ku cenaze birinê kîderê. Malbata Ulaş banga hestiyariyê kir û xwest ku dengê wan bê bihîstin û cinazeyê lawê wan radestî wan bê kirin.      Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA DER), vê heftê jî bi armanca cenazeyê Ulaş Çelîk ê PKK’yî ku di sala 1996’an de li Bêdlîsê jiyana xwe ji dest da bû, radestî malbata wî bê kirin, li Goristana Asrî ya Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Malbata Ulaş Çelîk û endamên MEBYA-DER’ê tevlî daxuyaniyê bûn.   Ulaş Çelîk(Andok) ku di encama pevçûneke li Bedlîsê jiyana xwe jidest dabû, cinazeyê wî li Goristana Xarzanê hatibû definkirin. Cenaze di sala 2017’an de ji Xarzanê derxistin û niha nayê zanîn ku cenaze li ku derê ye. Malbata Ulaş bang dike ku bila dengê wan bê bihîstin û cenazeyê wan radestî wan bê kirin.      ‘Hestî jî mabin cenazeyê lawê xwe dixwazim’   Dayika Nazîme Kaya diyar kir ku ew çend sal in li pey hestiyê kurê xwe digere û nikare encamek bigire. Nazîme, got: “Dilê min bi kul e. Ez bang û gazî dikim ku bila dengê me bibîhîzin. Malbat êdî li hêviya hestiyên zarokên xwe ne. Çima wê zilmê li me dikin. Em diğerin lê hestiyên zarokên xwe nikarin bibînin. Gorên wan texrîb dikin, dişewîtînin, bombe dikin wekî dilê me parçe parî dikin. Ûjdan û merhameta wan qet tune ye. Em birîndar in, êdî bes e. Ez dixwazim hestiyên kurê xwe bibînim, bila hestiyên kurê min bidin. Dewlet dibêje ez ê kurdan biqedînim lê bila baş bizanibe em kurd naqedin. Êdî ji kuştina ciwanan re bes e.Ne îman ne misilmantî ne jî mîrovahayî nema ye. Edî peyv nema ye ji bo me em tenê li pey hestiyan digerin. Qene hestiyê wî hebûya min ê qebûl bikira lê ew jî tune ye.”