Cezayê hucreyê dan girtiyên di greva birçîbûnê de 2020-12-25 13:40:29   ENQERE - Îdareya Girtîgeha Tipa L a Alanyayê derbarê girtiyên di greva birçîbûnê de bi hinceta "Kirina propagandaya rêxistinê" lêpirsîn dest pê kir û 11 roj cezayê hucreyê da girtiyan.    Girtiyên PKK û PAJK'î li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27'ê Mijarê de dest bi greva bêdem û dorveger dest pê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 29'an de didome.    Girtî her peyamên ew ê bi biryar çalakiya xwe bidomînin dişînin û banga xwedîderketina li çalakiya xwe dikin. Rayedarên li girtîgehan û Wezareta Dadê daxwazên girtiyan bi cih naynin her wiha ji ber çalakiyên wan ên demokratîk jî cezayê hucreyê didin girtiyan.    Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê bi nameya ji ajansa me re şandin ragihandin ku ji ber çalakiya wan a greva birçîbûnê rayedarên girtîgehê cezayê hucreyê li wan dibirin. Bi idiya "Propagandaya rêxistinê" îdareya girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê da Nida Kutlu, Hatice Çakmak û Şukran Ozer. Girtiyan di heman demê de ragihandin ku name pir dereng digihêjin ber destên wan û di warê têkiliyê de pirsgirêk rû didin. Girtî herî zêde di warê negihiştina ber destên wan a kovar û pirtûkan jî giliyan dikin.