Aşûriyan sersal pîroz kirin 2020-12-25 13:18:55   HESEKÊ - Îro bi sedan Aşûriyên navçeya Til Temirê Cejna sersalê û Rojbûna Mesîh, bi rê û resmên taybet li Dêra Meryem El-Ezra pîroz kirin.    Çîroka bûyîna Mesîh ji 25'ê Kanûnê de ji bo Cejna Noelê ya Xiristiyan bingehek e û di dîroka Xiristiyan de roleke mezin dilîze. Gelek xiristiyan bi vê kevneşopiyê li malên xwe dîmenên biçûk ên sersalê çêdikin, an jî ew diçin şanoyên rojbûnê yan pêşwaziyên sersalê ku di Incîlê de li ser çîroka jidayikbûna Mesîh ve hatiye gotin, amade dikin û didin pêşandan.  Di heman wextî de jî ev çand û kevneşopî li gelek welatên Ewropî li pêş e.    Wênesaziya hunerê ya sersalê ji sedsala çaremîn ve, ji bo hunermendên Xirîstiyan mijarek pir girîng e. Dêrên Xiristiyan di roja sersalê de ji dayikbûna Hezretî Îsa ve li seranserî cîhanê pîroz dikin. Cejna sersalê piştî Cejna El-Qiyamê duyemîn cejna Xirîstiyaniyan a herî girîng e.  Pir zanyarên hemdem vegotinên jidayikbûnê ji hêla dîrokî ve ne rast dihesibînin, ji ber ku ew bi teolojiyê ve têkildar in. Îro jî bi hezaran ji Aşûrî, Suryanî, Ermenî û Kildanî û Ersedoksî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê cejnê pîroz dikin.    Aşûriyên navçeya Til Temirê tevî xeteriya ku dewleta tirk û komên girêdayî wê, li ser herêmê ava dike, cejna sersalê û rojbûna Hezretî Îsa  pîroz kirin. Aşûriyan di saetên serê sibehê de bi lêdana zingilê Dêra Meryem El-Ezra, berê xwe dan dêrê da ku cejnê li gorî kevneşopî û rê û resmên taybet pîroz bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku xirîstiyan beriya ku cejnê pîroz bikin, 25 rojî ango ji 1'ê mehê heya 25'ê mehê  rojiyê digirin.   Pîrozkirina cejnê bi xwendina sirûdên ji pirtûka pîroz û nimêjê ve hat destpêkirin. Paşê ji aliyê Keşeyê Dêrê ve derbarê cejnê de serpêhatiya vê cejnê hat vegotin. Di gotina xwe de bal kişand ser rewşa ku îro Sûriye tê de derbas dibe û asta bandora wê ya li ser gelê herêmê û koçberiya wan. Di heman wextî de teqez kir ku ew ê çand û kevneşopiyên gelerî ruxmî hemû zehmetî û şerê ku rû dide, biparêzin û bidomînin. Di dawiya axaftina xwe de keşe hêvî kir ku li tevahî Sûriyeyê aramî serwer bibe û hemû kesên ji xirîstiyanên di encama şer de, koç bûbûn vegerin ser axa welat.   Paşê şandeyek ji Kongreya Star, Meclîsa Navçeya Til Temirê, Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn serdana dêrê kirin û bi gelê Aşûrî re cejin pîroz kirin.    Paşê kesên ku amade piçek xemir û nan ji destên keşeyê dêrê û şemasê wê ve, xwarin. Di dawiyê de dayikên ku kûlîçeyên ku li malên xwe çêkiribûn, bi xwe re anîbûn dêrê û li ser hev belav kirin û xwarin.