'Jina kurd bû sedema şikandina zincîrên koletiyê ya jina ereb' 2020-12-25 09:06:35   Ferîde Zade   ŞEHBA - Endama Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çepo kar û xebatên salekê nirxand. Rîhabê bal kişand ser destkeftiyên di salekê de bi dest xistine û wiha got: "Jina kurd bû sedema şikandina zincîrên koletiyê ya jina ereb loma jinên ereb çirûska azadiyê tehm kirin û hewildana me heye em li hemû qadan û tevahî jinan di xeta azadiyê de bi rêxistin bikin û destkeftiyên xwe biparêzin."   Meclîsa Jina Azad a Şehbayê di sala 2019'an de gelek gavên ber bi çav avêtin. Meclîsa Jina Azad ji pêkhateyên Ereb pêk tê û hemû jinên Şehbayê di vê meclîsê de cihê xwe digirin. Meclîsa Jina Azad mafê hemû jinan diparêze û rêzê jê digire. Her wiha bi hejmarek mezin ji jinên Ereb beşdarî kar, xebat, sazî û dezgehên Meclîsa Jina Azad dibin. Endama Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çepo kar û xebatên Meclîsa Jina Azad ya 2020'an ji me re nirxand.   'Di sala 2020'an de gelek çalakî hatin lidarxistin'   Rîhabê di destpêka gotina xwe de diyar kir ku beriya Meclîsa Jina Azad ava bibe, Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê rêxistinbûna jinan didomand û wiha got: "Di sala 2020'an de Meclîsa Jina Azad xwe weke Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê bi rêxistin kiribû, piştî konferansa me hate lidarxistin veguherî Meclîsa Jina Azad a Şehbayê. Di sala 2020'an de gelek çalakî û xebatên mîna daxuyanî, meş û pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo hatin lidarxistin. Her wiha gelek projeyên Aboriya Jinê ya çandiniyê hatin kirin. Meclîsa Jina Azad a Şehbayê îsal giranî da karê çandiniyê û bi vê projeyê gelek sûd hat wergirtin. Dema ji aliyê Meclîsa Jina Azad a Şehbayê ve proje tên çêkirin hejmarek pir mezin tevlîbûna jinan derdikeve holê. Ev yek jî îlhamek mezin dide jina Ereb."   'Jina kurd bû sedema şikandina zincîrên koletiyê ya jina ereb'   Rîhabê di dewama gotina xwe de bal kişand ser bandora Vîrusa Koronayê ya li ser kar û xebatên wan û wiha domand: "Şewba vîrûsê bi awayekî lez li hemû welatan belav bû. Herî dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî vîrûs derket, ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve gelek tedbîr hatin girtin. Ji ber şewba vîrûsê hin xebatên me hatin rawestandin. Dema em dewreya perwerdeyê vedikin jî bi hejmarek pir kêm kesan tevlî dikin. Di vê salê de 3 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin û gelek jinên ereb bi xwesteka xwe beşdarî perwerdeyê dibûn, ev yek jî cihê kêyfxweşiyê ye. Di perwerdeyan de me mijarên mîna çawa bijîn, rastiya Serokatî û gelek mijarên cuda didît. Her wiha me di perwerdeyan de giranî dida jin û siyasetê. Me weke Meclîsa Jina Azad a Şehbayê perwerdekirina civakê jî girt ser milê xwe, ji ber azadiya civak û jinê bi hev re girêdayî ye. Jinên ereb beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê di malê de bûn û karê wan tenê xwedîkirina zarok û mêzekirina malê bû, lê piştî şoreşê jinên ereb zincîra koletiyê şikanandin û ber bi bêhna azadiyê ve baz dan. Jina kurd bû sedema şikandina zincîrên koletiyê ya jina ereb."    'Jin û ciwan hebûna civakê ne'   Rîhabê pêşketinên jin û ciwanan wiha anî ser ziman: "Heta par jî jinên ereb nedikaribûn ji mala xwe derkevin û tevlî kar û xebatan bibin. Sedema van pirsgirêkan jî orf û adetên civakê bû, lê di vê salê de mirov dikare tevgera jinên ereb di nava saziyan de bi rehetî bibîne. Her wiha di nava civakê de çi pirsgirêk bijîn yekser berê xwe didin saziyên peywendîdar da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha em di nava xebatên xwe de rola ciwanan jî bi nirx dibînin, ji ber dijmin di gava yekemîn de êrîş dibe ser jin û ciwanan. Ji bo birêxistinkirina ciwanan gelek perwerde hatine kirin. Jin û ciwan hebûna civakê ne."   'Di demên pêş de wê kooperatîfa jinê bê avakirin'   Rîhabê da zanîn ku jinên ereb di warê çandiniyê de projeyên xwe berfireh dikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Her ku bi rêxistinbûna jinan xurtir dibe, projeyên wan jî berfirehtir dibe. Niha em dixwazin giranî bidin aboriya jinê ya serbixwe. Qadên me berfireh in û di aliyê çandiniyê de jî sûda wê gelek e, ji bo wê me gelek projeyên çandiniyê bi pêş xistine. Di destpêkê de parçeyek erdê me hebû, lê niha gelek berfireh bûye. Di dîrokê de jî aborî aîdê jinê bû, niha em dixwazin vegerin wê dîrokê. Di demên pêş de dê kooperatîfên jinê jî bên avakirin."   'Bi konferansê re xebatê me berfirehtir bû'   Rîhabê bal kişand ser konferansa Meclîsa Jina Azad a Şehbayê û wiha pê de çû: "Divê salê de 3'yemîn konferansa me hat lidarxistin û di konferansê de gelek biryarên girîng hatin girtin. Ji wan biryaran yek jî Yekîtiya Jina Azad veguherî Meclîsa Jina Azad a Şehbayê. Her wiha gelek komîte hatin avakirin û kar û xebat hatin berfirehkirin. Xebatên ku di demên pêş de em bikin mîna avakirina komîteya perwerdeyê , aboriya jinê, komîteya Edaleta Civakî, Jineolojî  ne. Xebatên meclîsê di esas de li ser hîma parastina mafê jinan  û çareserkirina dozên wan e. Li gor bilançoya îsal dozên ku li  Mala jinê û Meclîsê hatin rojevê 279 doz in û hemû jî hatin çareserkirin. Piranî dozên li Şehbayê mîna pirjinî, zewaca bi temenê biçûk, tundiya li ser jinê û pirsgirêkên malbatî bûn."   'Em dixwazin jinan di bingeha xeta azadiyê de bi rêxistin bikin'   Rîhabê da zanîn ku hewildana wan heye ku xwe bigihêjin tevahî jinên ereb û wiha got: "Em weke Meclîsa Jina Azad a Şehbayê hewil didin ku xwe bigihênin hemû jinên ereb. Her wiha hewildana me heye ku cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, em xwe bigihêjînin wan jinan jî. Em dixwazin jinan di bingeha xeta azadiyê de bi rêxistin bikin û bersiva herî rast bikaribin bidin dijmin. Niha em pir diêşin ku jin di qadên dagirkirî de tundî li jinê tê.  Hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çirûska azadiyê tehm kirin û hewildana me heye ku em li hemû qadan û tevahî jinan di xeta azadiyê de bi rêxistin bikin."   Sibehê: 'Qada Civakî xaleke girîng a çareseriya pirsgirêkan e'