Birînên li Roboskî hêj nehatin pêçandin 2020-12-25 09:05:29   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Bi nêzbûna salvegera komkujiya Roboskî, Halîme, Heyyam, Feleknas Encu behsa zarokên xwe yên ku hatine qetilkirin kirin. Jinan her roja pêncşemê ber xwe didin goristanên zarokên xwe û gotin: "9 sal in bi hev re êşê dikişînin. 9 sal in edalet pêk nehatiye û kujer nehatine cezakirin."   Di 28’ê kanûna 2011’an li gundê Roboskî ya Qilabana Şirnexê 34 kes ku piranî jê zarok bûn, dema derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn û ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin. Li ser bûyerê 9 sal derbas bûn. Çîroka 34 ciwanên ku hatin qetilkirin gelek caran hat nivîsandin. Gundiyên Roboskî her roj daxwaza xwe ya edaletê nû dikin û her roj bi bîranîna 34 ciwanan dest bi roja xwe dikin û bi dawî dikin. Têkoşîna jinên Roboskê ji aliyê îktîdarê ve heta niha qet nehat dîtin. Berovajê wê malbatên Roboskî tên darizandin. Lê belê çîroka 34 ciwanan jî wek êşê hîn nûbûna xwe diparêze.    Malbatên Roboskî her roja pênceşê berê xwe didin Goristana Roboskî û şîna xwe didomînin. Di dema komkûjiyê de ji 34 kesan 7 kes dest dabûn destên hevdû û berê xwe dabûn mirinê. Dayikên ku diçin ser goristana zarokên xwe dibêjin “Em ê tu carî jibîr nekin.” Wisa ye ku  malbatên Roboskî ev 9 sal in hîn êşa xwe wek berê didomînin. Piştî qetilkirina zarokên wan bi tenê êş bûye para wan.   Adem Ant (18), Yûksel Ûrek (17), Mehmet Encu (15), Serhat Encu (17), Şivan Encu (14), Erkan Encu (13) û Seyîthan Enç (22), ji bo xwe ji gulebaranê biparêzin di bin zinarê li pişt hêstiran xwe veşartin û destê hevdû girtibûn. Dema cenazeyên wan di bin zinar hatin derxistin 7 kes destên hevdû girtibûn hatibûn dîtin.   ‘Dewletê di nava nîv saetê de biryara kuştinê da'   Halîme Encu ya ku dayika Serhat Encu ye da zanîn ku 9 sal derbas bû hîn jî sûcdar nehatiye darizandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "9 sal in tu kes ne hat girtin û ne jî hat binçavkirin. Ev 34’an bi awayek hovane hatin qetilkirin. Hemû cihan bû şahidê vê komkujiyê. Zarokên me ji bo mazotê diçûn. Êş û derdê me ew qas zêde ye ku em nizanin êdî çi bêjin. Salvegera wan nêz dibe. Roj ava dibe lê ne ji bo me. Dema edalet cihê xwe bibîne wê demê roj ji bo me ava bibe. Zarokên me tu tiştî nekiribûn. Li aliyê din ên sînor xizmên me hebûn. Serhat diçû ligel wan jî. Çûyîn ne qedexe bû. Ew hemû xwendekar bûn. Kurê min serê sibehê diçû û êvarê jî dihat. Xeyalên zarokên me hebûn. Zarokên me ji bo xeyalên xwe pêk bînin li ser van rêyan bûn. Dewletê 34 xwendekarên xwe yên ku destên hev girtibûn qetil kir. Dewletê di nava nîv saetê de biryara kuştina zarokên me da."   'Me zarokên xwe nasnekir'    Halîme, destnîşan kir ku bi zilmê azadî û aştî pêk nayê û wiha got: "Bi gulebarandinê re bedenên zarokên me parçe kirin. Parçeyên zarokên me û hêstiran hemû nav hevdû ketibûn. Zarokên me çi kiribûn? Me dema cenazeyên zarokên xwe wisa dît me wan nas nekir. Destûrê nedan ku ambulans bê cihê komkujiyê. Ger ku ew ambulans biçûna cihê bûyerê dibe ku zarokên me xilas bibûna. Lê belê bi zanebûn destûrê nedan û qetilkirin. Piştî kuştina zarokên me parçeyên wan derketin holê. Destê kurê min jî piştî 4 rojan derket holê û me piştre defin kir. Dema kurê min hatiye qetilkirin sembola serkeftinê kiriye û şehîd ketiye. Dema me cenaze dît jî wisa bû. Şeva ku zarokên me hatin qetilkirin û xeyalên wan zarokên me jî qetilkirin. 34’an parçe parçe kirin. Ev ne zilme? Em tu carî vê tiştê qebûl nakin. Bila êdî dawî vî şerê bînin. Bila azadî û aştî pêk bê. Bila zarokên me yên dinê bijîn. Dilê me dayikan gelek diêşê. Êdî em naxwazin komkujî pêk bê. Me parçeyên zarokên xwe li Roboskî nas kir. Êdî bes e.”   ‘Me nizanî cezayê wan kuştine’   Heyyam Encu dayika Şivan Encu ye diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet nîne em hêj jî cilên reş li xwedikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zarokên me ji bo 50 -100 TL ketin vê rêyê. Xeyalên zarokên me hebûn û ji ber vê yekê li ser van rêyan bûn. Lê belê dewletê destûrê neda ku zarokên me bijîn. Zarokên me tu tiştî nekiribûn. Bi awayekî hov zarokên me hatin kuştin. Me digot ji ber diçin sînor û tên dibe ku ceza bidin wan an jî bigirin. Lê belê me nizanibû ku cezayê wan kuştine. Ev 9 sal in dewletê ceza ne daye kiryaran. Ji bo ser vê bûyerê bê girtin serî li her rêyê didin. Bila ceza bidin kiryaran û dilê me dayikan jî rehet bibe. Bila biçek êşa me jî sivik bibe. Em tim kincên reş li xwedikin. Em şîna xwe hîn didomînin. Em tu carî naçin dawet û cejnan. Heta ku faîl neyên cezakirin em nasekinin. Daxwaza me tenê edalet e. Lê belê ev jî li Tirkiyeyê nîne. Em naxwazin êdî şahiyan li dar bixin. Bila zarokên me bigirtana, lê belê bila nekuştana. Dema me zarokên xwe dît di bin zinaran da jiyana xwe dest dabûn destên hevdû girtibûn. Kesên birîndar hebûn. Lê ambulans nehat wan birîndaran nebir. Me cezaneyên xwe bi tirektorê anîn. Cenazeyên wan parçe bibûn."   'Ez her roja pêncşemê berê xwe didim goristanê'    Heyyam, destnîşan kir ku kurek wê jî di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide û wiha pêlda axaftina xwe: “Piştî kurê min Şivan hat qetilkirin kurê min got 'Êdi ez naçim dibistanê, dê min jî bikujin' dev jî dibistanê berdan. Ew jî piştî 7 sal şûnde di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Di navbera salvegera wan de 10 roj hene. Niha 3 zarokên min hene. Lê ez her tim ji bo Roboskî daxwaza edaletê dikim. Ez her roja pêncşemê berê xwe didin goristanê.”      'Ev 9 sal in kes behsa Roboskî nakin'    Feleknaz Encu ya ku dayika Erkan Encu ye dema cenazeyê wî jî hat dîtin bi hevalên xwe re dest dabûn destên hevdû û berê xwe dabû mirinê. Feleknas, wiha behsa rewşa xwe kir: "Zarokên me xwendekar bûn. Ji ber ku rewşa me nebaş bû ew diçûn sînor û dihat. Dema komkûjî pêk hat hemû cîhan bêdeng ma. Kesî ji bo Roboskî deng dernexist. Îro ser komkujiyê re 9 sal derbas bû hîn jî edalet pêk nehatiye û kiryar nehatine cezakirin. Dewletê soz dabû me ku kiryar dê bên ceza kirin û sozên wan derew derket. Zarokên me hemû biçûk bûn. Edalet ev 9 sal in hilweşiyaye. Ji ber çi zarokên me qetilkirin? Ev 9 sal in kes behsa Roboskî nake.”   ‘Bila dewlet ji gel lêborînê bixwaze’   Feleknaz, destnîşan kir ku dê heta dawiyê daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman: "Dema gûlebarana yekem bû bêhsa mazotê dihat kirin. Zarokên me hemû şewitîn û parçe parçe bibûn. Hemû cîhan li hember vê bûyerê lal man û kes behsa Roboskî nekir. Zilma dewletê li ser me berdewam dike. Derbarê me de doz vekirin û bang li me dikin. Edalet li Tirkiyê hilweşiyaye. Me ew qas doz vekir. Lê belê tu yek jî baş encam nebûm. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) edalet tuneye. Ger ku hebûya dê vê komkûjiyê piştgûh nedikirin. Me doz bir Ewropayê û wan red kir. Hemû cîhan vê komkujiyê bihîst û matmayî ma. Mafê mirovan û edalet nemaye. Bila dewlet ji gel ‘lêborînê’ bixwaze. Daxwaza me ya edaletê heta dawiyê dê berdewam bike.”