Sakîne Kuday ji rewşa kurê xwe yê girtî bi fikar e 2020-12-25 09:03:05   Medya Uren   MÊRDÎN - Sakîne Kuday a 72 salî ji bo kurê xwe yê girtî Abdulkadîr Kuday daxwaza edaletê kir û got: "3 caran cezayê muebedê dan kurê min û ji ber îşkenceyê jî piyê wî şikest û nehat tedawîkirin. Piştî serdana me wî birin nexweşxaneyê û li vir jî bi koronayê ket. Niha di hicreyê de tê girtin û em jê agahiyê nagirin. Em ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in."    Abdulkadîr Kuday (47) beriya 7 salan bi awayek bê hiqûqî tê girtin û 3 caran cezayê muaebetê didin wî. Abdulkadîr niha li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ye. Li gorî agahiyên mabatê ji ber şîdet û îşkenceya erkdarên girtîgehê piyê wî şikestiyê û ji ber ku nehatiye tedawîkirin felç bûye. Malbat ji bo tedawiyê gelek caran ket nava hewldanan û herî dawiyê ji bo tedawiyê Abdullqadîr dibin nexweşxaneyê û li vir jî bi virûsa karonayê (covîd-19) dikeve. Ji ber ku bi koronayê dikeve niha di hicreyê de tê girtin. Dayika wî Sakîne Kuday (72) ji ajansa me re behsa rewşa kurê xwe kir.    ‘Bi îşkenceyê wî felç kirin’   Sakîne di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku beriya Abdulkadîr were girtin tu pirsgirêkên wî yên tendirustiyê tunebûn, lê piştî hate girtin cur bi cur nexweşî pêre derketin û berdewam kir: “Li girtîgehan, ji derve û li her derê îşkence heye. Li ser Gelê Kurd zilm heye. Kurê min xwest bê ser merasîma cenazeyê ya kurê xwe bi îşkenceyê re rûbirû dimîne. Di encamê de lingê wî dişkê û nayê tedawîkirin. Me bi rêya parêzeran û daxwaznameyan daxwaza tedaviyê kir lê ne hat erêkirin. Heya ku êşa linge wî belavî bedana wî dibe. Niha ji lingek xwe hîs nake. Kurê min bi îşkenceyê felç kirin û tedavi ji nekirin.”   ‘Em xeber jê nagirin’   Sakîne, di axaftina xwe de bal kişand ser giliyên Abdulkadîr û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Abdulkadîr ne tene felç derbaz kir, ji stuyê xwe ji darbe girtiye. Ango pirsgirêkên wî yên kronîk ji gelek in. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê piştî girtinê wî rû dan. Lê mixabin ne hat tedawî kirin û gelo armanca we çibû? Em bersiva pirsa xwe ji dizanin. Piştî nerazîbûnên me Abdullqadir birin nexweşxaneyê û li wir ji bi şewba koronoyê ket. Ji wê rojê û şunde me xeber ji wî negirt. Gardiyanek bi rêya telefonê ji me re got ew bi koronoyê ketiye û nikare bi telefonê biaxive. Ne me û ne jî parêzer karî xwe bighîne. Lawê min di hucrê de tê girtin. Pêwîste wî bibin nexweşxaneyê.”   ‘3 caran cezayê muebet dan wî'    Sakîne da zanîn ku li hemberî girtiyên siyasî şîdet naqetin û wiha got: "Abdulkadîr bê hiqûqî hat girtin û 3 caran cezayê muebetê dan wî. Her wiha ji bo 5 salan jî cezayê ragihandinê dan û ji ber vê jî em nikarin xwe bighînin wî. Li her derê tecrîd heye û li her derê binpêkirina mafan heye. Edalet tenê ji bo tecawizkar û êrişkaran re heye. Li hemberî girtiyên siyasî jî îşkence û şîdet heye. Êdî bes e.”   ‘Dengê me dayikan bibihîsin’   Sakîne herî dawiyê bal kişand li ser sirgunkirina wî û wiha bi lêv kir: “Aboriya me jî têr nake em biçin serdana wî. Ji bo em neçin çi ji destê wan tê dikin û ev tişt jî cureyeke îşkenceyê ye. Me bi dehan caran daxwazên xwe anî ziman lê her carî daxwazên me hat redkirin. Temenê min mezin e û ez nikarin biçim kurê xwe bibînim. Kesên denge me dayikan na bihîsin bê wijda ne."