'Bi têkoşîna jinan dê dagirkerî têk biçe' 2020-12-25 09:01:46   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê bertek nîşan dan û dan zanîn ku bi hêz û vîna jinan dê dagirkerî têk biçe.   Dewleta tirk piştî ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir bin kontrola xwe niha jî berê xwe daye Eyn Îsayê. Navçeya Eyn Îsayê ya Kantona Girê Spî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî stratejiyeke taybet e. Li aliyekî Herêmên Rojavayê Kurdistanê bi hev girê dide û li aliyê din jî ji du aliyan ve dikeve ser riya M4’ê. Her wiha bi mozayika çanda pêkhateyan tê nasîn. Dewleta tirk ji ber girîngî û taybetmendiya Eyn Îsayê niha êrişên xwe yên li ser wê zêdetir kiriye.    Di 18’ê Kanûnê de dewleta tirk bi rengekî dijwar êrîşên xwe bi ser Eyn Îsayê ve giran kiriye. Rojane êriş li gelên li wir tên kirin û jiyana xwe ji dest didin. Têkildarî êrîşan rojane şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyan li dar dixin û bertekên xwe li dijî êrîşan nîşan didin. Di vê derbarê de jinên bajarê Qamişloyê li dijî êrîşan nêrînên xwe anîn ziman.   'Gel hedef tên girtin'   Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Menîce Heyder da zanîn ku êrîşên dewleta tirk vîna gelê herêmê armanc digire û wiha pê de çû: "Ev demek e ku êrîşên dijwar li pêşiya çavên tevahî cîhanê li ser navçeya Eyn Îsayê tê kirin. Gelên sivîl bi êrîşan re rû bi rû mane. Dewleta tirk li kîjan deverê be bi xwe re talanî, koçberî, qetilkirin û wêraniyê tîne. Heta niha çima dewletên ku qaşo li wir gerantor in mîna Rûsyayê dengê xwe nake? Ev dide diyarkirin ku dîsa li ser pilaneke qirêj hatiye lihevkirin. Li dijî van êrîşan dîsa têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Pêwîst e hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dewleta tirk têbikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku dîsa dê bi têkoşîn û îradeya jinan dagirkerî têk biçe."   'Wê serkeftin para me be'   Mamoste Fatme Mamo jî bal kişand ser gefên dewleta tirk û wiha domand: "Herêmên me di şerên pir zor û zehmet re derbas bû û rojane êrîş li ser me tên kirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, êdî em ber bi pergaleke demokratîk ve diçûn, lê ev yek li hesabê hêzên serwer nehat. Dixwazin her civak ji wan re koletiyê bikin û serê xwe ji bo jiyaneke bi rûmet ranekin. Em nikarin îro berî çend salan dîsa vegerin jiyana bindestiyê, ne dewleta tirk û ne tu hêzên din jî nikarin vê yekê bi me bidin qebûlkirin. Bila êdî dewleta tirk bela xwe ji mirovan veke û bihêlê ku civak rehet bijîn. Serkeftin her wê para me be."   'Bi têkoşîna jinan dê dagirkerî têk biçe'   Endama Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Hindirîn Xelîl helwesta xwe li dijî dagirkeriyê nîşan da û diyar kir dê her di nava çalakiyan de bin heta ku ew bigihêjin armancên xwe û ev tişt anî ziman: "Îro li herêmên ku dewleta tirk dagir kirine, kiryarên dijmirovî tên kirin. Dewleta tirk siyaseta xwe ya qirêj li her deverê belav dike. Pêwîst e li dijî vê yekê em zextekê li civaka navneteweyî bikin, da ku van kiryaran bide rawestandin, yan jî em ê ber bi tehlûkeyên mezin ve biçin. Heta ji me bê em nahêlin destkeftiyên me ji destên me biçin û em ê her di nava çalakiyan de bin heta ku em bighêjin armancên xwe. Bi têkoşîna jinan dê dagirkerî têk biçe."