ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-25 09:00:00   * Jinên bajarê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê bertek nîşan dan û dan zanîn ku bi hêz û vîna jinan dê dagirkerî têk biçe. DÎMEN HEYE   *Binefş Cimo ya di komkujiya gundê Tirindê yê Efrînê de sê zarokên wê hatin qetilkirin qala wan kêliyên ku ji ber çavên wê naçin kir. Binefşê diyar kir ku ew jî di êrişan de birîndar bûye û got:"Ew rojeke reş bû lê belê ji bo dîsa zarokên me neyên qetilkirin ez bi vîneke xurt têdikoşim." DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çepo kar û xebatên salekê nirxand. Rîhabê bal kişand ser destkeftiyên di salekê de bi dest xistine û wiha got: "Jina kurd bû sedema şikandina zincîrên koletiyê ya jina ereb loma jinên ereb çirûska azadiyê tehm kirin û hewildana me heye em li hemû qadan û tevahî jinan di xeta azadiyê de bi rêxistin bikin û destkeftiyên xwe biparêzin." DÎMEN HEYE   * Sakîne Kuday a 72 salî ji bo kurê xwe yê girtî Abdullqadîr Kuday daxwaza edaletê kir û got: "3 caran cezayê muebedê dan kurê min û ji ber îşkenceyê jî piyê wî şikest û nehat tedawîkirin. Piştî serdana me wî birin nexweşxaneyê û li vir jî bi koronayê ket. Niha di hicreyê de tê girtin û em jê agahiyê nagirin. Em ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in." BI DÎMEN    *Bi nêzbûna salvegera komkujiya Roboskî, Halîme, Heyyam, Feleknas Encu behsa zarokên xwe yên ku hatine qetilkirin kirin. Jinan her roja pêncşemê ber xwe didin goristanên zarokên xwe û gotin: "9 sal in bi hev re êşê dikişînin. 9 sal in edalet pêk nehatiye û kujer nehatine cezakirin." BI DÎMEN    *Rojhilata Navîn, ku civakîbûn lê li dora jinê pêş ketiye, cihê ku cara yekê lê xebatên aboriyê, nirxê bikaranînê, guhertin û bazirganî lê pêş ketiye ye. Li gel texrîbatên kapîtalîzmê yên li dused salan ên li herêmê, ji bo înşakirina demokrasiyê, pergala aboriyê hîna guncav e û dikare bi vê rêbazê ji kaosê rizgar bibe.  Bi taybetî jî tevgerên civakî ku di pêşengiya jinan de tên pêşxistin di vî warî de hêviyekê didin.  Zanista Jineolojiyê ku di her warî de rêxistinbûna jinê pêş dikxwe di vî warî de girtîng e." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên ku tevlî grevê bûn bal kişandin ser tecrîdê û gotin: "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî Gelê Kurd tecrîdek tê meşandin. Li dijî tecrîdê divê kurd bibin yek û li dijî tunekirina kurdan têkoşînê bidin." BI DÎMEN