Rêxistina Sara girtina Leyla Guven şermezar kir 2020-12-24 16:48:05   QAMIŞLO - Rêxistina Jinê ya Sara li dijî Tundiya li ser Jinê girtina Hevseroka KCD'ê Lelya Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Bertekên li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven didomin. Bi armanca şermezarkirina girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna tevahî  Rêxistinên  Kantona Qamişliyê li ber navenda Rêxistina Sara hate dayin.  Daxuyanî ji aliyê Endama Bîroya Zagonsaz a Rêxistina Sara Arzo Temo ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Dewleta tirk li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven cezayê 22 sal û 3 mehan birî û dîl girt. Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk kiryarên wisa ser jinan dide meşandin. Dîlgirtina Leyla Guven sûcekî bê exlaqî ye û em weke rêxistinên jin tu carî vê yekê qebûl nakin.    Li dijî tundiya ser jinê, li dijî kiryar û dagirkeriya dewleta tirk a ser jinan em ê di nava têkoşînê de bin. Leyla Guven sembola azadî û aşîtiyê ye. Banga me ji tevahî rêxistinên jinan re heye ku li hember dîlgirtina jina pêşeng Leyla Guven bê deng nemînin. Pêwîst e hesabê terorê ji Erdogan bê pirsîn, ne ji jina aşîtîxwaz Leyla Guven. Em ê ji bo mafê hemû jinan têbikoşin.”   Daxuyanî bi dirûşma ”Jin jiyan azadî” bi dawî bû.