Ayşe Gokkan: Heta kurd nebin yek azad jî nabin 2020-12-24 16:11:13   ŞIRNEX - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, di daxuyaniya ji bo yekitiya netweyî ya kurd de axivî û got: "Ger ku zanyar û pêşengên gel neyên cem he dê herkes winda bike. Heta kurd nebin yek azad jî nabin. Eger em nebin yek em ê herin yek bi yek."   Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî yekitiya neteweyî ya kurd li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Silopiya Şirnexê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên DemokratîK (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Ayşe Sûrûcû, Remziye Tosun, Semra Guzel, Şevîn Coşkun, Fatma Kurtalan, Gulîstan Kiliçkoçyîgît, berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, endamên TJA'yê yên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amed tevlî daxuyaniyê bûn.   Beriya daxuyaniyê derdora avahiya rexistina HDP'ê ji aliyê polîs û maşîneyên zirxî ve hat dorpêçkirin.  Jinan berê daxuyaniyê govend gerand û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî aştî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Em jin şer naxwazin, yekitiya neteweyî dixwazin" hat vekirin. Her wiha dowîzên "Bimre xiyanet", "Kurdno bibin yek" û "Kurdistan yek e" hatin rakirin.   'Bijî berxwedana jinên kurd'   Ayşe Gokkan, di destpêka axaftina xwe de dorpêçkirina avahiya HDP'ê şermezar kir û wiha axivî: "Ev dorpêç nîşaneya rejîma AKP-MHP’ê ye. Ji bo yekitiya netweyî îro hatine cem hev. Kurd li her derê li ber xwe didin. Bi vê dorpêçê naxwazin ku kurd bên cem hev. Kurdistanê di nav sînoran de hat parçekirin heman zihniyet niha li vir e. Em bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin, Kurdistana ku bûye 4 parçe em qebûl nakin. Seddam dema êrîşê Kurdistan a Bakur kir çawa ku; li Şirnex û Colemêrgê hemû kes bû pêşmerge li dijî Saddam berxwe dan. Dema komkujiya Qamişlo bû nîvê Nisêbînê çûn hawara wan. Dema DAÎŞ êrîşê Kobanê kir hemû jinên Kurdistanê bûn yek, li Kobanê hatin ligel hev. Em îro bi vê rihê li Silopiyê hatin ligel hev. Leşkerên 60 dewletan, leşkerên NATO li wir hatin gel hev. DAÎŞ'ê nikaribû xilas bike. Jinên kurd bi tilîlî û çepikên xwe li hember DAÎŞ'ê têkoşiyan.  Kesên ku gotin 'Bijî berxwedana jinên kurd', DAÎŞ hat xilaskirin wê demê hemû îlegal hatin îlankirin."   'Yekitî azadî ye'   Ayşe, di berdewamiya axaftina axaftina xwe de anî ziman ku Kurdistan ne 4 parçe ye û yek parçeye û wiha got: "Em bang li hemû dewletan dikin; yekitiya kurd an, azadiya kurda ye. Berê 100 sal pêşî dema Kurdistan bû 4 parçe, jinên kurd jî bûn 8 parçe. Bila hemû hemû kes baş bizanibe ku 8 parçe bûn yek parçe û li hemberî DAÎŞ'ê şer kirin. Di komkujiyên Şengal, Efrîn, Mexmûrê de hemû jinên kurd hatin ligel hevdû û ji Gelê Kurd re bûn pêşeng. Dawiya DAÎŞ'ê anî. Ji bo Yekitiya Neteweyî divê hemû dewlet berxwedana jinên kurd bibîne.  Em bang hemûyan dikin."   'Kurd daxwaza yekitiyê dikin'    Ayşe, destnîşan kir ku daxwaza kurdan yekitiye û wiha domand: "Em bang li Mesut Barzanî dikin. Ger ku zanyar û pêşengên gel neyên gel hev dê herkes winda bike.  Kurd li her derê daxwaza yekitiya kurdan dikin. Dem dema avakirina yekitiyeyê. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Berxwedana Leyla îro jî berdewam dike. Êrîşên hêzên desthilatdar li dijî kurdan didome. Îro li dijî Ayn Îsa êrîş berdewam dike. Li ku derê kurdek bibînin dixwazin bifetisînin. Lê em jinên kurd naxwazin ku destên wan ser me be."   Ayşe, ji bo yekitiya neteweyî bang hemû dewletan û serokan kir û wiha bi lêv kir: "Di salên 2015-2016'an de li bajarên kurdan qedexeyên kolanan hatin îlankirin. Îro dixwazin hemû Kurdistan koçber bikin. Heta kurd nebin yek azad nabin. Eger em nebin yek em ê herin yek bi yek."   'Bila mîsyona xwe bi cih bînin   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît jî axivî û wiha axivî: "Divê Gelê Kurd û Dayikên Aştiyê destê xwe bixin bin kevir û ji bo yekitiya neteweyî em bang li Mesut Barzanî dikin û bila mîsyona xwe bi cih bîne."