Li Kobanê û Şehbayê tecrîd hat şermezarkirin 2020-12-24 16:01:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Şehba û Kobanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û berxwedana zindanan hat silavkirin.   Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiyên gireva birçûbûnê yên di zîndanan de şêniyên Kantona Şehba û Kobanê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.   Meclîsa Jina Azad a Şehbayê tecrîd şermezar kir   Meclîsa Jina Azad a Şehbayê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê faşîzm û îxanetê têk bibin" bi meşek girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana zindanan silav kir. Meş li navçeya Ehrezê ya Şehbayê dest pê kir. Di meşê de bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Her wiha wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hatibûn hildan.   'Li dijî tecrîdê em ê her rojê xwe bikin berxwedan'    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê, Menal Şêxo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêber Apo bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin û heta roja îro jî ev komplo bi şêwazên cuda dewam dike. Niha jî tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin û dixwazin bi vê tecrîdê vîn û baweriya Gelê Kurd bişkînin, lê ev tecrîd li ser me bandor nake berovajî em ê her rojê xwe bikin berxwedan, ji ber em bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatine birêxistinkirin. Em ê li dijî tecrîdê û binpêkirinên ku li girtîgehan pêk tê di nava çalakiyan de bin."   'Em ê bi berxwedanê serkeftinê mîsoger bikin'   Endama Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rehîma Elo berxwedana zindanan silav kir û wiha pê de çû: "Em weke şêniyên Efrîn û Şehbayê piştgiriya girtiyên siyasî yên ku tevlî gireva birçîbûnê bûne dikin. Em ê bi berxwedana xwe serkeftinê mîsoger bikin û armanca vê çalakiyê bi cih bînin. Banga me ji tevahî rêxistin û saziyên navneteweyî heye ku bi erkên xwe yên wijdanî rabin û binpêkirinên ku li dijî mirovan pêk tê hesab ji dewleta tirk bipirsin û mafê mirovan biparêzin."   Kongreya Star bi meşekê çalakiya girtiyên siyasî silav kir     Bi pêşengtiya Kongreya Star a navçeya Şêranê û bi tevlîbûna bi sedan jinan bi dirûşma "Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, em wek jin serî hildidin" meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatibûn hildan. Her wiha di meşê de dirûşmên mîna "Berxwedan jiyan e" , "Jin jiyan azadî"  û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Meş ji navçeya Şêranê dest pê kir û li çerxereya gundê Helincê rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî.   'Em ê Rêberê Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin'   Macîdeyê destnîşan kir ku wê li dijî hemû kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê dê li ser piya bin û got: "Em wek Rêxistina Kongreya Star berxwedana girtiyên zindanan silav dikin û piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê dikin. 22 sal in Rêber Apo di Girava Îmraliyê de ye û tecrîdeke girankirî li ser wî tê meşandin. Ji bo vê jî di 27'ê Mijdarê de girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Her wiha dewleta tirk ya dagirker û faşîst, Endama Parlamentera HDP'ê Leyla Guven girtin û 22 sal û 3 meh ceza lê birîn. Dema ku jin dibe pêşeng û li hemberî dewletên desthilatdar serî hildidin û destdirêjiyê li ser xwe qebûl nakin tên binçavkirin û dibin armanca êrîşên dijmin. Em weke Rêxistina Kongreya Star û jinên herêmê em ê doza Leyla Guven bişopînin li ser fikir û felsefeya Rêberê Mirovahiyê bimeşin da ku em Rêberê xwe di nava xwe de azad bibînin û bi wî re azad bijîn. Ji ber Rêber Apo jin kir pêşeng û sembola jina azad. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin û piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê dikin."