Êrîşên li ser Eyn Îsayê li Hesekê hat şermezarkirin 2020-12-24 15:26:01   HESEKÊ - Meclîsa navçeya Bakur û bajarê Hesekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Rojane êrîşê xwe li ser navçeya Eyna Îsayê pêk tîne. Meclîsa navçeya Bakur a bajarê Hesekê êrîşên dewleta tirk ên  li ser navçeya Eyn Îsayê bi tevlîbûna endam û rêvberên saziya civaka sivîl  bi daxuyaniyê şermezar kirin. Daxuyanî  ji aliyê Hevserokê Meclisa Navçeya Bakur a bajarê Hesekê Remedan Fetah li ber Xwaringeha Xabûr ya taxa Til Hecer hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   "Di dema ku Meclîsa Sûriya Demokrat û Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga guftogohan dike, bi armanca bidawîkirina aloziya Sûriyeyê û avakirina jiyanek aram ji bo tevahî pêkhateyên herêmê pêk tîne. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê navçeya Eyn Îsa û gundewarê navçeya Til Temirê topebaran dike. Li kêleka hevpeymana ku di navbera QSD'ê û dewletên Yekbûyî ku agirbest hate îlankirin êrîş dewam e û bêdengiya dewletên navneteweyî û Rûsyayê dewam dike.   Em wekî Meclisa navçeya Bakûr û saziyên Civaka Sivîl gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me şermezar dikin. Ev êrîş herêmê û tevahî cihanê ber bi xeteriyê carek din vedigerîne, ji ber ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dê terorê zindî bike û DAIŞ'ê li tevahî cihanê belav bibe. Ji bo wê em bang li rêxistinên mafê mirovan û dewletên navneteweyî dikin ku li gorî peymanan tev bigerin da ku gelê herêmê di ewlehiyê de bijîn û rê li ber zindîkirina terora  çeteyên DAIŞ’ê were girtin ."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedan"  bi dawî bû.