Ji girtîyan peyam: Xwedî li têkoşîna me derkevin 2020-12-24 14:18:09   AMED - Girtiyên di Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Amedê de, derbarê gireva birçîbûnê de a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dabûn destpêkirin, ji bo ku piştgirîyê bidin  têkoşîna wan bang li gel kirin.    Girevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtîyan li girtîgehên Tirkîyeyê û herêmê di 27’ Mijdarê de hatibû destpêkirin, bi dewirgirtin koma 6’emîn re kete roja 28' an.    ‘Zext zêdetir bûn’   Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Amedê di axaftinên xwe yên bi rêya telefonê bi malbata xwe re kirin de dan ragihandin ku zexta li ser wan zêdetir bûye. Girtiyan dan zanîn ku lêgerînên ku ji du hefteyan carekê li koguşan tên kirin êdî ji hefteyê carekê tên kirin û lêgerînên ku di çarçoveya şewba koranayê de bi sîstema kamerayê ve tê kirin jî bi destên gardiyanan di koguşa de tên kirin û ligel van jî ji bo virusa koronayê jî bergirî nayên girtin. Her wiha ji bo li piştgirî û têkoşîna wan xwedî derkeve bang gel kirin û gotin ew ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.    Hat zanîn ku di nav koma şeşemîn de Rozerîn Soyler jî heye.