Meşa ciwanan a dirêj dest pê kir 2020-12-24 14:14:00   HESEKÊ - Îro bi sedan Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, dest bi meşa dirêj ku wê 7 rojan dewam bike, kirin.    Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser herêma Eyn Îsayê û helwesta PDK'ê ya li hember tevgera azadiyê li Başûrê Kurdistanê, bi dirûşma "Em ê teqez bi ser kevin", Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyeyê li Herêma Cizîrê, dest bi pêngava duyemîn kirin.    Meşa dirêj a ku ji navçeya Til Temirê dest pê kir, wê li Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Çilaxa, Girkê Legê û Rimêlanê dewam bike û li Dêrikê bi dawî bibe. Meş wê 7 rojan dewam bike. Li gorî agahiyên ku me ji komîteya amadekar girt her ku ciwan bigihêjin bajarekî ew ê ji aliyê ciwanan û gelê wir ve werin pêşwazîkirin.    Meşa ku ji Navenda Ciwanan a navçeya Til Temirê dest pê kir, niha ber bi Hesekê ve diçe.    Berpirsê Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyeyê Mezlûm Xelef derbarê armanca pêngavê de wiha got: "Li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê û taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em dest bi pêngava duyemîn a hemleya "Em ê teqez bi ser bikevin"dikin."   'Jin û ciwan mîna kaniyê ne, diherikin'   Endama Komîteya Amadekar Alaska Eniz jî êrîşên li ser herêmê tê kirin şermezar kir. Alaskayê bal kişand ser êrîşên li ser herêmê tê kirin û ev tişt anî ziman: "Êrîşên ku îro li ser herêmê tê kirin, di asta yekemîn de jin û ciwanan hedef digirin, ji ber ku yên herî çalak ku civakê pêş dixe û bi rê ve dibe ew in. Lewra ev êrîş wê bê bersiv nemînin û em ê li qadan bin heya ku dagirkeriyê bişkînin. Têkoşîna me wê heya têkbirina dagirkeran dewam bike. Jin û ciwan wekî kaniyê ne her diherikin, naçikin û her deverê şîn dikin. Li hember dagirkeran em serî natewînin, asta berxwedana xwe bilind bikin." Meşa ku ji Til Temirê dest pê kir, niha ber bi bajarê Hesekê ve diçe.