Çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 28'emîn de ye 2020-12-24 09:18:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, koma 6'emîn dewr girt û di roja 28'an de berdewam dike.    Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 28'ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalaki di roja 28'an de ye.    Girtiyan gotin, "Roj roja rizgarkirina serokê me ye. Heta tecrîda li ser serokê me bi dawî bibe û binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe em ê çalakiya xwe bi morel û coşeke mezin dewam bikin."