Leyla Guven: Ji bo têkoşîna li hember zaliman wêrekî divê 2020-12-24 09:17:14   Habîbe Eren   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan ku di sala 1990'î de li Bazkê Jinan ê HADEP'ê bi Leyla Guven re xebitî, wiha bahsa Leylayê kir: "Têkoşereke ku bê hesap dixebitî û jiyana xwe jî bi vê helwestê rêve dibir bû. Leyla di warê fêdekariyê de sînor nas nedikir. Tundiyê tu carî ew bêzar nekir û pê gav paşve neda avêtin. Wê tu carî dest ji doza xwe berneda û di rêya ku pê bawer bû de bi gavên ji xwe bawer pêşve çû.  Bi gelê xwe re bû yek. Leyla ji ber vê helwesta xwe hedef hat girtin..."   Di 4'ê Hezîranê de parlamenteriya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat xistin. Leya piştî daneşîna doza wê ya biryarê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin bi 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn. Piştî ku biryar li Ruyê Leylayê hat xwendin di rewşa pandemiyê de carke din hat girtin û Şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. Leyla piştî demeke kurt ji wê jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê hat kirin.    Leyla dema ku hat binçavkirin got, "Ger ku ez bireviyama wê qet hayê we pê çênebûya. Lê ez naçim tu derê û ezê li vî welatî siyaseta dikim berdewam bikim .Çi li hundir û çi jî li derve ji bo ku mirov bi ser zaliman de biçe wêrekî divê."   Serokê Meclisa Enqerê ji KCD'ê re vexwedname şandibû   Hat aşkerekirin ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya di 2007'an de li Amedê hat damezrandin û platforma herî mezin a ku hemû bajarên li herêmê digirt nav xwe ku hemû xebatên wê "dijqanûnî" hatin dîtin û rêveber û endamên wê hatin girtin re ji aliyê serokê demê yê Meclisa Enqerê Cemîl Çîçek ve di 2012'an de ji bo piştgirîdayîna pêvajoya aştiyê vexwendname hatiye şandin. Vexwendname ji bo piştevaniya bi Komîsyona Lihevkirinê ya di 2011'an de li Meclisê hatibû avakirin di 19'ê Çileya 2012'an de hatibû şandin.    Leyla piştî di 7'ê Hezîrana 2015'an de ji Rihayê parlamenter hat hilbijartin, di 24'ê Hezîrana 2018'an de dema ku ji Colemêrgê parlamenter hat hilbijartin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî bû.    Piştî daxuyaniya xwe ya derbarê ketina Tirkiyeyê ya Efrînê Leyla di 22'yê Çileya 2018'an de hat binçavkirin, piştî ku 9 rojan di bin çavn de ma di 31'ê Çileyê de derxistin 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û bi îdiaya "rêvebera rêxistinê ye", "muxalifî ji qanûna xwepêşand û meşan re kiriye" û "propagandaya rêxistinê kiriye"  hat girtin. Lê di îdanameyê de ev îda jî hatin derbaskirin, hevserokatiya wê û xebatên wê yên di çarçoveya KCD'ê de ku kiribûn jî di îdanameyê de wekî delîlên sûc cih  girtin.   7'ê Mijdara 2018'an de diyar kir ku ew dest bi greva birçîbûnê dike   Leya di daneşîna doza xwe ya ku di 7'ê Mijdara 2018'an de hat dîtin diyar kir ku ew li dijî bê hiqûqiyên tên kriin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê dike û wiha berdewam kir: "Min bi perspektîfa brêz Abdullah Ocalan ku digot 'bila jin di siyasetê de' cih bigire bi awayekî aktîf di nav siyasetê de cih girt. Îro tecrîda li ser brêz Ocalan tenê ne li ser wî li ser tevahiya gel tê meşandin .Tecrîd sucê mirovahiyê ye, ez jî weke kesek ji vî gelî li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê dikin. Ez ji vîr û şûnde li dadgehê tu parastinê nakim. Heta ku hiqûq bê bicihanîn û tecrîd bê bidawîkirin ez ê çalakiya xwe bidomînin. Ger ku pêwist bike ez çalakiya xwe veguherînim rojiya mirinê."   Di 30'ê Nîsanê de 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin   Piştî Leylayê di 16'ê Kanûna 2018'an de gelek girtiyên PKK'yî û PAJK'î jî dest bi greva birçîbûnê kirin û herî dawî di meha Adara 2019'an de nêzî 3 hezar û 500 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirin. Çalakiyên greva birçîbûnê ku sê demsalan berdewam kirin di 30'ê Nîsanê û 10'ê Gulana 2019'an de 30 girtiyan çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Herwiha di wê demê de 7 girtiyan jî li girtîgehê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakî kiribûn û dawî li jiyana xwe anîbûn. Herwiha 2 girtiyan jî bi heman armancê dawî li jiyana xwe anîbûn.    Piştî tahliyeyê leyla got, 'Em ê teqez bi ser kevin'   Leyla di roja 79'emîn a çalakiya xwe de ji aliyê dadgehê ve ji GIrtîgeha Tîpa E ya Amedê hat tehliyekirin. Leyla piştî hat tehliyekirin jî çalakiya xwe berdewam kir û di axafitina xwe ya yekem de got, "Emê teqez bi ser kevin."  Piştî Leylayê hat tehliyekirin û şûnde hata çalakiya wê bi dawî bû polîsan li ber mala wê nobet girtin û kesên ku çûn serdana wê jî dîmen û wêneyên wan kişandin   26'ê Gulanê de çalakiya grevê bi dawî bû   Di 12'ê Çileya 2019'an de piştî ku greva hat asta krîtîk îqtîdarê destûr da ku birayê Abdullah Oclana Mehmet Oclan pê re hevdîtinê bike.  Piştî hevvdîtinê jî Leyla û çalakgerên din ên di grevê de gotin ku ji bo têkbirina çalakiyê destûr ji vê hevdtinê re hatiye dayîn û diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe bidomînin. Di 2'yê Gulanê de piştî 8 salan serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya hevdîtina pê re hat qebûlkirin .Piştî parêzer çûn hevdîtinê Abdullah Ocalan deklerasiyoneke ku ji 7 xalan pêk tê pêşkêşî wan kir. Deklerasyon di 6'ê Gulanê de ji aliyê parêzeran ve bi raya  giştî re hat parvekirin. Parêzeran piştî ku di 22'yê Gulanê de dîsa bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin biryara bidawîkirina çalakiyê bi 3 parlamenterên HDP'ê yên di grevê de û bi Leyla Guven re parve kirin. Di 26'ê Gulanê de parlamenter Dêrsim Dag, Tayyîp Tayyîp Temel û Murat Sarisaç ên li derve di grevê de jî li avahiya HDP'ê peyama girtiyên PKK'yî û PAJK'î bi raya giştî re parvekirin û peyama Abdullah Oclan jî ji aliyê parêzerên wî ve hat xwendin .Piştî daxuyaniyan çalakî hat bidawîkirin û Leyla Guven û Girtiyên di çalakiyê de rakirin nexweşxaneyê.    'Piştî vê ez dixwazim li gel lêhûrbûna xwe û bi îrade hûn li gel min bin'   Rêberê PKK'ê Abdullah di serî de Leyla Guven ev peyam da çalakgerên greva birçîbûnê: "Di serî de hevalên ku ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê ez dixwazim bi peyama ku wê du parêzerên min bidin hûn çalakiya xwe bi dawî bikin .Ez dibêjim ku hûn di derbarê min de gihîştin aramanca xwe û ez spasiya we hemûyan dikim. Piştî vê ez dixwazim li gel lêhûrbûna xwe û bi îrade hûn li gel min bin. Bi heskriin û silavên germ."   Leyla têkoşîna xwe mezin kir   Leyla piştî greva birçîbûnê ya 200 rojî bi dawî kir şûnde wekî parlamenter cara yekem çû Colemêrgê û li vir jinan û welatiyan bi coşeke mezin ew pêşwazî kirin. Tevî ku 200 rojî di grevê de ma jî li dijî tayinkirina qeyûman têkoşîna xwe ya di nava çalakiyan de dewam kir. Leyla hem xebatên xwe yên KCD'ê hem jî peywira xwe ya parlamenteriyê kir û her dem gotina nûkirina berdewamkirina têkoşîna Gelê Kurd dewam kir.    Di 4'ê Hezîranê de parlamenteriya Leylayê xistin   Piştî cezayê 6 sal û 3 mehan ê Leyla Guven li dadgeha bilind hat erêkirin şûnde di 4'ê Hezîrana 2020'î de bi sedema derbarê Leylayê de cezayê wê yê girtîgehê yê hatiye teqezkirin heye li Lijneya Giştî ya TBMM'yê parlamenteriya wê hat xistin. Piştre şandin girtîgehê. HDP'ê ev biryar wekî "darbeya siyasî" pênase kir û HDP'ê gelek hem le da destpêkirin.     Leyla Guven kî ye?   Leyla Guven a 56 salî ye beşek zêde ya jiyana xwe bi têkoşîna kurd derbas kir. Leylaya li Konyayê ji dayik bûye di 16 saliya xwe de bi lawê xaltîka xwe yê 30 salî re tê zewicandin û Leyla dora 30 saliya xwe dev ji kurê xaltiya xwe berdide û tevlî xebatên qada siyasetê dibe. Di jiyana Leylaya ku du zarokên wê hene de grevên birçîbûnê û girtîgeh hene.    Leyla di 1994'an de di nava Tevgera Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) dest bi siyasetê kir. Leyla di 2004'an de di hilbijartinên herêmî de seroka Şaredariya Bajaroka Kuçukdili ya Edeneyê tê hilbijartin. Di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de jî seroka Şaredariya Wêranşarê hat hilbijartin. Lê di dema serokatiya şaredariyê de di çarçoveya operasyonên KCK'ê de di 2009'an de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma û di 2014'an de hat tehliyekirin. Ji ber vê dozê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    'Ez jina kurd a têkoşîna azadiyê me'   Leyla Guven di pirtûka Gultan Kişanak a bi navê "Rengê Mor a Siyaseta Kurd" de jiyana xwe wiha rave dike:"Bi sedan salan berê me surgunî Anatoliya Navîn kirin lê belê tevî hemû tiştî ez jineke ku asîmîle nebûm û ez jina kurd a têkoşîna azadiyê me."   *'Li dijî feraseta malbatê li ber xwe da'   Leyla, li dijî paşverûtiya feodalizmê û li dijî pergala serdestiya mêr dîsa di nava siyasetê de cih girt û wiha behsa cih girtina xwe ya siyasetê kiribû: "Malbata min li dijî xebata min derdiket. Lê ez dîsa jî tevlî xebatan bûm. Ji min re digotin 'tu jinê çi karê te li partiyê heye û zarokên tê hene. Dê li derdorê gotegot ben kirin. Tuyî bê girtin'. Her tim tiştên bi vî rengî ji min re digotin. Carek xwişka min a mezin ji min re got 'heke tu biçi partiyê ez ê ji xwe pacê re bavêjim' û min jî jê re got hema nesekîne xwe bavêje. Ez bi biryar bûm. Min bi tena serê xwe li ber xwe da."    'Tevlî xebatên HADEP'ê bû'   Keça Leylayê Sabîha jî wiha behsa dayika xwe kir: "Dayika min tenê dibistana seretayî qedandiye. Lê tu carî gazinc nedikir. Ji bo me bide xwedin her tim di nava tevgerê de bû. Ji xwe re kar dît û di karê ku dikir de jî her tim serkeftî bû. Di serî de di nava xebatên HADEP’ê de cih girt. Di vê demê rastiya kurd û Kurdistanê nas kir. Ji ber ku li Konyayê di hêla nasnameya kurdbûnê de tiştek tunebû. Li Konyayê bi malbatên ku ji ber şer koçberbûne re têkilî danî. Ev tişt bandorê li wê kir."    'Li şaredariyê xebatên alternatîf pêş xist'   Leyla di salên 90'î de di Baskên Jinan a HADEP'ê de cih girt û parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî wiha qala Leylayê kir: "Leyla li Kuçukdilliyê bû şaredar. Li vir cara yekem xebatekî alternatîf ên şaredariyê pêş xist. Di her xebatên pratîkê de cih girt. Her tim li ser jin dê çawa xebatên şaredariyê bimeşîne di nava hûrbûnekî de bû. Tecrûbeyên wê yên şaredariyê girîng bûn. Cara yekem li Kuçukdîkîliyê Meclîsa Gel hat avakirin û li vir bi gel re rêvebertiya şaredariyê hat kirin."    'Ji bo zarokên keç di nava hewldanan de bû'   Fatma, diyar kir ku Leyla girîngiyê dida xebatên jin û zarokên keç û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li herêmê diçû malê her kesî û têkilî bi her kesî re datîni. Dixwest rewşa zarokên keç ji nez vê hîn bibe. Zarokên ku nediçûn dibistanê ji bo wan diket nava hewldanan. Di nava xebatan de her tim bi moral bû. Têkoşînekî bênavber da. Leyla li her derê dikare têkoşîna xwe bidomîne. Her tim ji bo azadiya jin û kurdan di nava têkoşînê de bûn."   'Sînorên fedakariyên wê tunebû'   Fatma, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rêbazên xebatê yên Leylayê: "Ji bo Leylayê tu carî mesaî nediqediya. 24 saetan di nava xebatan de bû. Leyla li dijî pergala neheqî û bêedalêtiyê her tim di nava hewldanan de bû. Herî dawiyê jî li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xist. Pêşengtiya çalakiyê kir. Ji bo heq, hiqûq û edaletê çi bedel diviya bihata dayîn Leyla dida. Têkoşer bû û berxwêder bû. Sînorên fedekariya wê tunebû. Li hemberî zext û zordariyê tu carî paşve gav neavêt. Bi biryarê têkoşîna xwe domand. Ji ber jî bû hedefa yekem."