Yazgul Şahîn a girtî: Em bi hev re dikarin faşîzmê têk bibin 2020-12-24 09:08:50   AMED - Yazgul Şahîn a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan di çalakiya greve birçîbûnê de ye banga hestiyarî û piştgiriyê kir û got: “Em vê pergala faşîzmê tenê bi hev re dikarin têk bibin. Bi kesekî tenê re ew nayê çareserkirin.”   Gireva birçîbûnê ya bi destên girtîyên sîyasî li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdîstanê li dijî tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bi awayekî bêdem û dorveger hatibû destpêkirin her hefte komek nû dewr digire û her ku diçe belav dibe.    Yek ji van giriyên ku ket gireva birçîbûnê Yazgul Şahîn a ku di Girtîgeha Jinan a Kayserîyê de ye. Yazgul, di 28’ê Gulana 2016’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama îxbarekê de hat binçavkirin û piştî hat girtin şûnde sewqî Girtîgeha Tarsûsê hat kirin. Dûre Yazgulê sîrgûnê Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê hat kirin. Yazgula girtî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û derheqê grevên birçîbûnê de peyamek şand.   ‘Heta tecrîd neyê bidawîkirin em ê berxwedana xwe berdewam bikin’   Yazgulê diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê dev ji greva xwe bernedin û wiha got: “Di destpêkê de tecrîda li ser rêber Apo şermezar dikim. Ji ber vê sereke ji bo azadiya serokatiyê me dest bi vê çalakiyê kir. Ya duyemîn jî ji bo sererastkirina şert û mercên girtîgehan e. Di girtîîgehan de binpêkirinên mafan zêde ne. Gava ku em pirtûkan dxwazin nadin me û kengê dilê wan bixwaze wê çaxê dînin. Her wiha kotaya pirtûkan jî ji 5 an hata 10’ heban bi sînor kirin e. Tevî van yekan di aliyê hîjyenê de jî gelek pirsgirêk hene. Çend hevalên me ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest dan. Niha jî hevalên me yên ku rewşa wan girane hene. Her ku diçe tecrîda di  girtîgehan de zêetir dibe.  Ji ber van sedeman heta ku tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li ser hemû girtiyan bi dawî nebe em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”   ‘Em bi hev re dikarin pergala faşît têk bibin’   Yazgulê di dawiyê de banga hestiyarî û piştgiriyê kir û ev tişt anî ziman: “ Em bang li civakê dikin û dibêjin,Tecrîd her ku diçe me dorpêç dike. Bi hestiyarî nêzî çalakiya me bibin û me tenê nehêlin. Em vê faşîzmê tenê bi hev re dikarin têk bibin. Bi kesek tenê nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê divê gelê me jî xwedî li çalakiya me derkeve û piştigiriyê bide me.”   ‘Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin’   Dayika Yazgulê, Zehra Şahîn jî axivî û got: “Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Em dayik in dilê me dişewite. Zarokên me di zindanan de ne û 2 sal berê jî ketibûn grevê. Em wê çaxê jî gelek êşîyan. Niha dîsa ketine gireva birçîbûnê û şert û mercên wan jî nabaş in. Bila bes êdî zarokên jiyana xwe ji dest bidin. Ji vê zilm û îşkenceyê re êdî bes e. Ka çi ji wan dixwazin jixwe di bin destê wan de ne çima ewqas îşkence û eziyetê li wan dikin. Em nikarin biçin serdana zarokên xwe û rêya hevdîtinê jî li ber me girtine. Niha tenê mafê wan ê axaftina bi  telefonê heye lê ji ber hinceta girevên birçîbûnê ev mafê wan jî ji destên wan girtine. Bila vê zilm û zordariya li ser girtiyan bi dawî bikin.”