'Em ê xwedî li çalakiya girtiyan derkevin' 2020-12-24 09:07:36   Raperîn Bekir   ŞEHBA - Xizmên girtiyên siyasi yên di girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine diyar kirin ku ew ê xwedî li çalakiya girtiyan derkevin û wiha gotin:"Dê zextên dewleta tirk berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de û ya me nikaribe têk bibe. Em ê xwedî li çalakiya girtiyan derkevin."   Bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan, girtiyên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdarê ve dest bi gireva birçîbûnê kirin. Li gelek deveran malbatên girtiyan jî di nav de welatî bi boneya piştevaniya çalakiya girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirine. Yek ji wan jî jinên Wargeha Penaberan a Rustem Cudî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji 18’ê Kanunê ve dest bi gireva birçîbûnê kirine û niha koma 3’yemîn dewir girtiye. Malbatên girtiyên siyasî yên li Kantona Şehbayê dijîn jî piştgiriya xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de ne dikin û binpêkirina mafê girtiyan bi tundî şermezar dikin. Malbatan bi riya ajansa me xwestin dengê xwe bigihînin zarokên xwe û piştigiriya wan bikin.   '28 sal in birayê min girtî ye'   Xwişka girtiyê siyasî yê bi navê Mihemed Ismaîl ê ku li Girtîgeha Sincanê ya Îzmîrê dimîne Orîvan Ismaîl da zanîn ku birayê wê di zindanê de bi zext û binpêkirina mafên mirovan rû bi rû tê hiştin û wiha got:"Ev 28 sal in birayê min di girgîtehên Tirkiyeyê de tê girtin. Niha li Zindana Sincanê tê girtin. Di vê rewşa hesas de ku Vîrusa Koronayê li tevahî cihanê belav bûye parastina girtîgehan nayê kirin. Bi giştî alavên tenduristî û dezefenteyê nadin wan. Girtiyên di zindanê de li hember binpêkirina mafan dest bi gireva birçîbûnê kirine. Dê zextên dewleta tirk berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de û ya me nikaribe têk bibe. Em jî bi piştgiriya welatiyan berxwedana wan mezintir dikin."   'Em ê xwedî li çalakiya girtiyan derkevin'   Xwişka girtiyê bi navê Ehmed Osman ku li Girtîgeha Tekirdagê ya Stenbolê dimîne, Cemîla Osman jî bi lêv kir ku ew piştgiriyê dide çalakiya girtiyan û wiha domand: "Ev 24 sal in birayê min di girtîgehê de li berxwe dide. Sûcê birayê min tenê ew e ku daxwaza mafê xwe kiriye ku weke her mirovî bi azadî li ser axa xwe bijî. 35 sal ceza li birayê min birîne. Birayê min û hevalên xwe bi binpêkirinên mafan û îşkenceyê rû bi rû tên hiştin. Bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê  meşandin girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Birayê min jî di girevê de ye û bi biryar didomîne. Em jî weke malbat piştevaniya berxedana birayê xwe û hemû girtiyan dikin."