'Jineolojî bû sedema guhertinên girîng' 2020-12-24 09:05:24   Sorgul Şêxo   QAMIŞLO - Endama Komîteya Jineolojîyê ya Herêma Firatê Dîrok Qehreman xebatên xwe yên salekê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berfirehî nirxand. Dîrokê da zanîn ku Komîteya Jineolojîyê gelek gavên şênber avêtiye û xebatên xwe dewlemendtir kiriye.    Bi avakirina Komîteya Jineolojiyê û xebatên ku di vê qadê de tê kirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema guhertina hişmendiya civakê û perwerdekirina ciwanan.   Li gorî pêwîstiya herêmê bi lêkolîn û perwerdeyê, wekî Navenda yekem a Jineolojîyê di 17'ê Tîrmeha 2017'an li Kantona Efrînê hate vekirin, piştî Efrîn ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê hat kontrolkirin Navenda Veguhestina Herêma Şehbayê, di 13'ê Îlona 2017'an de li Kantona Qamişloyê li bajarê Dêrikê hate vekirin. 3'ê Çileya 2018'an li Minbic, 11'ê Çileya 2019'an li Hesekê û 6'ê Adara 2019'an jî li Kobanê hatin vekirin.   Akademiya Jineolojîyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fikra jiyana azad û wekhev, bi 4 rêyan wekî; Navendên Jineolojîyê, Dibistan, Enstîtuya Andrea Wolf, Fakulteya Jineolojiyê li nava civakê belav kir. Derbarê kar û xebatên Komîteya Jineolojîyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên salekê de Endama Komîteya Jineolojîyê ya Herêma Firatê, Dîrok Qehreman, nirxandin kir.    'Jineolojî bi zanistî pirsgirêkan analîz dike'    Dîrokê bi erk û misyona Jineolojîyê dest bi gotina xwe kir û wiha got: "Sala 2020'an saleke li hember tarîtî û dagirkeriyê, qetilkirin û tundiya li dijî jinê bû. Asta êrîş û faşîzma li dijî hêz, rêxistinbûyîn, tevger û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir bilind bû. Rista Jineolojîyê ew e ku li hember zihniyeta desthilatdarî, tundî û êrîşên ku li dijî jin  û civakê têne meşandin, analîzkirina bi zanisteke rast bê pêşxistin û çareseriyek bê dîtin."   'Jineolojî bû sedema guhertinên girîng'   Dîrokê da zanîn ku erka Jineolojîyê ya sereke di astên civakî de bi gelemperî di guherîn û veguherîna wan de pêşengtiyê bike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jineolojî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2020'an de, lez daye xebatên xwe ku bikaribe di nava civakê de hemû zanistên Jineolojîyê belav bike. Bingeha civakê ciwan in. Bi taybet da ku li hember zihniyeta zayendperestî û desthilatdarîyê were sekinandin, jin û ciwan xwe hîn bêtir di asoyên pir kûr de nas bikin, li dibistanên Amadeyî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê waneyên Jineolojî tên dayin. Wekî gaveke gelekî baş li herêmên rizgarkirî wekî Minbic,Tebqa, Reqa û Dêra Zorê, di vî aliyê de hate avêtin."   'Fakulteya Jineolojiyê hat vekirin'   Dîrokê da zanîn ku Fakulteya Jineolojîyê jî hatiye vekirin û wiha dom kir: "Bi avakirina Fakulteya Jineolojiyê ya li Zanîngeha Rojava kûrbûna Jineolojiyê jî di nava pergala perwerdeyê de cihê xwe girt. Her wiha Jinwar jî êdî li cîhanê deng vedide, dibe warê hemû jinên cîhanê. Jinên ku ji welatên derve tundî li wan hatine kirin jî êdî bi rêya teknîkê xwe dighînin Jinwarê. Ev bi xwe asta bandora xebatên Jineolojîyê yên li seranserî cîhanê dide xuyakirin. Şîfaya Jin ku wekî sembola Jinwar e, di aliyê çareserkirina pirsgirêkên tenduristî yên jin û civakê, de pêş dikeve. Tipa xwezayî pêş dixin û lêkolînên pir bi nirx jî dikin."   'Dersên Jineolojîyê bi zimanê Erebî jî wê bên dayin'   Dîrokê bi lêv kir ku ew derbarê jinên Efrînê ku rastî tecawîz û tundiya komên girêdayî dewleta tirk tên de analîz tên kirin û wiha pê de çû:"Li hember jinên Efrînê taybet ewqas îşkence, destdirêjî, tecawîz, revandin û qetilkirin tê kirin, li hember wê û guhertina demografîk lêkolînên pir berfireh, analîzên pir xurt hatin kirin û bi jinên Herêma Şehbayê û Helebê re hatin parvekirin. Minbic jî mohra xwe li 2020'an xist. Ji ber ku wekî cara yekemîn li dibistanan dersên Jineolojîyê bi zimanê Erebî jî wê bên dayin. Her wiha li Minbicê li gorî pêwîstiya jinên ereb, çerkes û tirkmen jî gelek xebat ji aliyê lêkolîn û amadekirina perwerdeyê li akademiyan, tên kirin. Di heman demê de li Tebqa jî Navenda Jineolojîyê hate vekirin û li gorî pêwîstiyên herêmê dest bi lêkolînan hatiye kirin."   'Li hember sîstema demokrasiyê hişmendiya feodal jî li pêş bû'   Dîrokê rewşa jinên Kobanê ya vê salê bi bîr xist û ev tişt got: "Ruxmî ku li herêma Firatê sîstemeke berfireh û demokratîk ku jin pêşengtiyê jê re dike, hatiye pêşxistin lê hişmendiya mêr a feodal ku heya niha li hember têkoşîna jinan xwe diparêze, bû sedem ku gelek jin rastî tundiyê werin û bigihêjin asta întîharê. Derbarê wê jî wekî Jineolojî lêkolîn hatin kirin ku li ser rewşên întîharê ku çavkaniya xwe ji ku derê digire hat sekinandin. Li herêma Firatê jî derbarê dagirkirina xaka gelê resen Serêkaniyê û Girê Spî, guhertina demografîk, koçberî, derûniya jinê, zarokan û gelek mijarên din hatin lêkolînkirin û encamên wê yên pir baş hebûn."   'Mêr hatin perwerdekirin'   Dîrokê da zanîn ku wan wekî cara yekemîn mêr li ser zanista Jineolojîyê perwerde kirin û got:"Li herêma Firatê wekî cara yekemîn mêr li gorî zanista jin û jiyanê, li akademiyan hatin perwerdekirin. Her wiha lêkolîn derbarê jinên suryan, kildan, ereb û tundiya li wan tê kirin lêkolîn hat kirin û belgekirin. Yekem car Kovara Jineolojîyê hate çapkirin û belavkirin. Malpera Jineolojîyê hate vekirin û li ser medyaya civakî jî xebatên xwe didomînin. Ji lêkolînên li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirtûkek ku ev 3 sal in li ser bingehê dîrok, mîtolojîk,  neolotîk û gelek aliyan ve tê amadekirin hatiye bidawîkirin."   'Saleke dewlemend bû'    Dîrokê di dawiya axaftina xwe de hêvî û armancên xwe wiha anî ziman :"Hejmarek pir zêde ji jin û mêran li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine perwerdekirin. Di vê salê de di jin û mêran de lêgerîn û xwe nûkirin pêş ket. Em nikarin bêjin ku ji sedî sed hişmendî hate guhertin, lê hewildanê guhertinê û pirsîna: Ez kî me, çi dixwazim, bingeha min a jiyanê çi ye? çêbû. Hêvî û armancên me ew bû ku em wekî Komîteya Jineolojîyê bikaribin bi rengekî zanistî jin xwe bi rê ve bibe, guhertinên heyî bi rengekî zanistî analîz bikin û jê re bibin hêza çareseriyê. Di salên pêşiya me de jî em ê xebatên xwe berfirehtir û kûrtir bikin."    Sibehê: Jina kurd bû sedema şikandina zincîrên koletiyê ya jina ereb