'Em ê dev ji Eyn Îsayê bernedin' 2020-12-24 09:02:13   EYN ÎSA - Endama Komîtiya Perwerdeyê ya Kantona Girê Spî Medîne Mislim, bal kişand ser hevkariya Rûsya û dewleta tirk a di êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê û wiha got: "Dewleta tirk û çeteyên wê tenê êrîşî baregehên leşkerî nakin, êrîşî şêniyên herêmê jî dikin. Armanca wan ew e ku şêniyên Eyn Îsayê koçber bibin. Rûsya û Rejîma Sûriyeyê bertekê nîşanî dewleta tirk nadin. Em ê jî dev ji Eyn Îsayê bernedin."   Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Girê Spî kirin bin kontrola xwe şûnde êrîşên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê bi awayekî dijwar dewam dike. Rojane bê navber êrîş li ser gundewar û navenda Eyn Îsayê tên kirin. Her çiqas li beramberî van êrîşan gel nerazîbûnên xwe nîşan bide jî, ne dewletên navneteweyî, ne Rûsya û ne jî Rejîma BAAS’ê ji bo parastina herêmê helwesteke zelal nîşan nedane. Di hemû êrîşan de gel tên hedefgirtin û jiyana xwe ji dest didin. Di 18'ê Kanûnê de dewleta tirk bê navber êrîşî Eyn Îsayê dike. Di van êrîşan de jî dû sivîlan jiyana xwe ji dest dan û komên girêdayî dewleta tirk derfet neda ku şêniyên navçeyê cenazeyêne xwe bigirin. Di derbarê êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê de Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Girê Spî Medîne Mislim nirxandin kir û ji me re parve kir.   'Rûsya berpirsyarê van êrîşan e'   Medîneyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevpeymana di navbera QSD’ê û hezên Rûsyayê de û wiha got: "Li gor hevpeymana ku di navbera Hêzên Sûriye Demokratrîk (QSD) û hêzên Rûsyayê û Rejîmê de hatiye çêkirin li ser esasê ku dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmê bide sekinandin e. Li gor vê yekê sê baregehên çavdêriyê hatine çêkirin. Lê mixabin ev yek cihê xwe negirtin û hîn êrîş li ser herêmê bi taybet li ser Eyn Îsayê zêdetir bûye. Li ber çavên hemû dewletan rojane dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi awayekî dijwar êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike. Her kes di wê ferqê de ye ku dema Eyn Îsa dagir bibe, wê weke herêmên ku niha di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne, aramî tê de têk biçe. Ger rojane ev êrîş tê kirin û Rûsya jî dengê xwe nake, wê demê bi dewleta tirk re hevkariyê dike. Rûsya berpirsiyarê van êrîşan e."   'Tenê şervanên QSD'ê herêmê diparêzin'   Medîneyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hêzên niha herêmê kontrol dikin ji êrîşên dewleta tirk re bê deng in û wiha pê de çû: "Ev çend roj in ewlehî li herêmê tevlîhev e, dewleta tirk bi hemû hovîtiya xwe êrîş dike. Piştî ku şer  li ser Eyn Îsayê dijwar bû Rejîma Sûriyeyê li ser malperên xwe belav kirin ku Eyn Îsa tê topbarankirin û li hemberî vê jî  Rejîm Eyn Îsayê diparêze. Lê ev yek ne rast e, yên ku li hemberî dewleta tirk û çeteyan şer kirin şervanên QSD'ê bûn. Dema ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîş dike, jê re ne xem e ku êrîşî kê bike û dê kî zirarê bibîne ev ji wan re ferq nake. Rejîm tenê tameşe dike, yên ku li hemberî dewleta tirk şer dikin û li ber xwe didin şervanên QSD'ê ne.”   ‘Em ê her tim li kêlek şervanên xwe bin’   Medîneyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew tevî şer têkoşînê dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta tirk û çeteyên wê tenê êrîşî baregehên leşkerî nakin, êrîşî şêniyên herêmê jî dikin. Armanca wan ew e ku şêniyên Eyn Îsayê koçber bibin. Rûsya û Rejîma Sûriyeyê bertekê nîşanî dewleta tirk nadin. Em ê jî dev ji Eyn Îsayê bernedin. Ev ax a me ye û em ê lê bijîn. Em ê dev ji Eyn Îsayê bernedin. Em ê her tim li kêleka şervanên xwe bin."