TJA’yê ji bo girtiyan qert şand 2020-12-23 16:21:21   MÊRSIN - Pêkhateyên TJA'yê yên Mêrsinê, ji bo girtîyên li dijî tecridê ketine gireva birçîbûnê qertên piştgirîyê şandin.   Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Mersinê, ji bo girtiyên ku li girtîgehên Tirkîyeyê û herêmê dest bi gireva birçîbûnê kiribûn qertên piştgirîyê şandin. Berîya ku qerrt bên şandin jin li ber avahîya HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê li hev civîyan û daxuyanîyek belav kirin. Di daxuyanîyê de jinan gotin ku  heger xwestekên girtyan neyên bicihanîn wê  di rojên pêşîyê de rewşên xirabtir rû bidin û ev lê zêde kirin:” Em dizanin ku heyamê pêşîn jî girevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin û ev girev jî bi mirinê bi dawî bûbûn. Di vê pêvajoya pandemîyê de jî şert û mercên wan ne baş in. Ji ber tunebûna paqijî û tendirustîyê em ditirsin. Em dixwazin ku demildest ev xwestekên girtîyan bên cih.”   Piştî daxuyanîyê jin derbasî PTT’ê bûn û qertên piştgirîyê şandin.