14 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2020-12-23 10:34:30   STENBOL-Do li Aksarayê gelek kes ji bo şermezarkirina girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatin gel hevdu û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan êriş kir û 14 kes binçav kirin. 14 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê do li Aksarayê têkildarî bûyerên li Kurdistana Federe û ji bo şermezarkirina girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwest daxuyaniyê bide. Polîsan mudaxaleyî daxuyaniyê kir û 14 kes kirin bin çavan. Hevserokên rêxistana bajêr ên HDP'ê Elif Bulut û Erdal Avci jî di nav de 14 kes piştî karên wan ên emniyetê serbest hatin berdan.