'Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan şoreşa aboriyê pêk anîn' 2020-12-23 09:04:10   Sorgul Şêxo   QAMIŞLO - Rêvebera Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armanc Mihemed xebatên salekê, projeyên ku amade kirine her wiha asta têgihiştina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya têkildarî aboriyê nirxand. Armancê da zanîn ku jinan di qada aboriyê de jî şoreşek pêk anîne û bi projeyên xwe reng dane sala 2020'an.    Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê proje û kooperatîfên xwe pêş dixin û hewil didin ku jin bikaribin xwe bi xwe aboriyeke xwe ya xweser ava bikin, bêyî ku hewcedariya wê bi mêr hebe. Aboriya Jinê bi rêya xebatên xwe yên ev çend sal in dikin, hewl didin aboriyê vegerînin cewhera wê yê rast.   Li gorî Aboriya Jinê da xuyakirin 16 koperatîfên çandiniyê li herêma Cizîrê û Firatê ava kirine û 380 jin tê de cih digirin. 58 jin di Malên Bilastîkî ku ji Projeya Demsal e dixebitin. Li Til Temirê jin li erdekî 8802 donim e çandiniyê dikin û dixebitin. Di projeya sewalkariyê de 11 û di Kargeha Konserwayê de 30 jin dixebitin. Di kooperatîfa çandiniyê ya li Kampa Waşûkanîyê  ya koçberên Serêkaniyê de 78 jin dixebitin. Di vê salê de 600 jin cihê xwe di kooperatîf û projeyan de digirin, lê bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha zêdetirî 1000 jin  di qada Aboriya Jinê de cih digire.    Têkildarî vê mijarê Endama Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armanc Mihemed xebatên xwe yên salekê û projeyên demê pêş nirxand.   'Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aboriya jinê hat pêşxistin'    Armancê zehmetiyên ku di avakirina Aboriya Jinê û qebûlkirina wê ya di nava civakê de wiha vegot: "Wekî yekem car li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aboriya Jinê di 2015'an de, bi armanca zindîkirina çanda jinê, zanista ku di derbasbûna salan de mêr jê girtiye û avakirina aboriyeke xweser de hat avakirin. Wekî sîstem nehatibû rûniştandin, lewra piştî wê êdî me dest bi danesîna sîstema aboriya jinê û projeyên wê yên di nava komîn û civakê de, kir. Projeya me ya yekem çandinî bû. Me bi wê dest pê kir û îro em bi sedan kooperatîf û projeyên xebatên xwe bi rengekî çalak dewam dikin."   'Jin êdî tevlî projeyan bûn'   Armancê kelecana jinan a ji bo xebatên aboriyê jî bi bîr xist û wiha domand: "Di nava civaka rojhilatî de pir zehmet bû ku jin bikaribe zû bi zû xwe ji şert û bendên kevneşopiyên civakê rizgar bikin. Bi rêya perwerde û serdana malan me dikarîbû di qada aboriya jinê de, jinan  tevlî nava xebatê bikin û aboriyeke xwe ya xweser ava bikin. Jin êdî tevlî projeyan bûn. Projeyên ku hatin çêkirin gelek jî bi ser ketin."   'Me xwest reng û xebata jinê jî xuya bibe'   Armancê bal kişand ser xebatên xwe yên sala 2020'an û wiha dirêjî da gotina xwe: "Wekî gava yekemîn me projeyên xwe yên çandiniyê ku biçûk bûn berfireh kirin, ji ber ku herêm herî zêde bi çandiniyê ve tê nasîn.Werşeya Lavîn dest bi dirûtina cil û bergan kir, li ser wê bingehê jî 3 dikanên Lavîn li Qamişlo, Dirbêsiyê û Girkêlegê ya Herêma Cizîrê hatin vekirin. Werşeya Mobilya û pêşengeh li Qamişloyê hatin vekirin. Armanca me ya vekirina werşeya mobilyayê ew bû ku em vê ji civakê re ragihînin û bidin zanîn ku, ne tenê mêr jin jî dikarin vê xebatê bikin. Me xwest ku êdî rengê jinê û xebatên wan jî li bazarên mezin xuya bikin, di heman demê de ev gaveke pir baş a di qada aboriya jinê re bû."   'Kooperatîfên nû hatin avakirin'   Armancê da zanîn ku aboriya jinê êdî li gelek herêman deng vedide û wiha pê de çû: "Li gorî biryarên ku di konferansa me ya 2020'an de hate lidarxistin de derketin pêş, danûstandinên me bi herêmên ereban re mîna Reqa, Tebqa, Dêra Zor, Heleb û Şehbayê berfireh bûne. Erdên ku girêdayî Aboriya Jinê 70 hezar donim bû, lê  49 hezar donim ji erdên Serêkaniyê û Girê Spî tevî kooperatîfên wê ketin  bin dagirkeriyê. Kooperatîfên nû lê hatin avakirin, wekî Herêma Firatê, Qamişlo, Dêrik, Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê. Me projeya Demsal jî berifreh kir û 60 malên Bilastîkî li ser zêde kirin, niha bi giştî 80 mal in, gelek cure zebze têne çandin. Şaxê Demsal li Dêrik û Minbicê jî hatine avakirin."   'Xwe ji hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin'   Armancê bi lêv kir ku jinên ereb bi xwe êdî projeyan bi rê ve dibin û wiha dom kir: "Jinên ereb dikarîbûn piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ'ê û hişmendiya wê ya ku hêz û zanista jinê hedef digirt, di qada Aboriya Jinê de bixebitin, projeyan ava bikin û bi rê ve bibin. Niha gelek jinên ereb di projeyên çandiniyê, konserwa û kargeha av, cil û alavên paqijiyê de dixebitin û rengê xwe didin wê. Koperatîfên sewalkariyê yên wekî mirîşk û qazan jî hatin pêşxistin."   'Êdî bi xwe li gorî pêwîstiyan projeyan pêşkêş dikin'   Armancê da payin ku jin êdî bi xwe projeyan pêşkêş dikin û wiha domand: "Jinên kurd, ereb û suryan êdî gihiştine wê rastiyê ku êdî aboriyeke wan a xweser heye û pêwsîtiya wê bi geşkirinê heye. Lewra niha ew jin êdî bi xwe projeyên xwe di nava xwe de nîqaş dikin, bi me re parve dikin û li gorî pêwîstiya wê jî em nîqaş dikin û pêk tînin."   'Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan şoreşa aboriyê pêk anîn'   Armancê di dawiya gotina xwe de diyar kir ku jinê di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şoreya aboriyê pêk anîn û wiha bi dawî kir: "Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, jinan Şoreşa Aboriya jinê pêk anîn û aboriyeke xwe ya xweser bi zanist û bi têgihiştina xwe ava kirin. Di salên pêşiya me de jî em ê xwe bigihînin ew herêmên ku me nikarîbû îsal xwe bigihînin wan û projeyên ku hîn bêtir reng û dengê jinê derdixin pêş axa bikin."   Sibehê: 'Jineolojî bû sedema guhertinên girîng'