Kongreya Star girtina Leya Guven şermezar kir 2020-12-23 08:44:59   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdasê ya Şehbayê biryara dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê duh 22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê birîbû. Piştî ceza Leyla hatibû binçavkirin, hatibû girtin û ew biribûn Girtîgeha Amedê ya Jinan. Piştre parêzerên wê ji bo serdanê çûn girtîgehê, lê hîn bûn ku Leyla sewqî girtîgehek dinê kirine. Parêzeran diyar kir ku ji wan re nehatiye gotin Leyla sewqî kîjan girtîgehê kirine.    Dildarên Leyla Guven û têkoşîna wê, li seranserî Kurdistanê bertekê nîşanî cezayê li wê hatiye birîn didin. Bi heman armancê Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdasê ya Şehbayê, bi beşdarbûna sazî û Meclisa Navçeya Ehdas a Şehbayê daxuyaniyek li qada navçeyê hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Zehîda Memo ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de girtina Leyla Guven hat şermezarkirin û ev anîn ziman:"Li hember hemû kiryarên dewleta tirk ên li Efrîn, Şehba û li deverên din ên Kurdistanê em bi tundî şermezar dikin. Em girtina Leyla Guven bi tundî şermezar dikin. Bi girtina Leyla Guven dixwazin îradeya jinê têk bibin û meşa wê ya li hember dagirker û faşîstan rawestînin. Girtina Leyla Guven berdewamiya komploya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Li hemberî hemû komployên ku li dijî Gelê Kurd tê pêkanîn, em asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind dikin. Meşa ku Çîçek, Kemal Pîr, Mezlûm Dogan û Sakîneyan dest pê kiriye niha Leyla Guven û hevrêyên wê dewam dikin."   Jinan di dawiya daxuyaniyê de ev peyam ragihandin: "Em piştgiriya xwe bi jinên ku di zindanan û ketine greva birçîbûnê, nîşan didin. Her wiha komployên navneteweyî yên li ser gel û jinên Kurd bi tundî şermezar dikin û li hember wê meşa xwe ya ber bi azadiyê ve em ê bidomînin."     Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana zîndanan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.