Yekîtiya Jinên Ciwanan civîna xwe ya salane li dar xistin 2020-12-22 17:26:22   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê civîna salane li dar xistin. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Herî zêde yên ku dibin armanca êrîşan jinin, dixwezin di kesayeta jina azad e şoreşa me têk bibin. Em ê li hemberî tundiyê xwe bi rêxistin bikin û biparêzin."   Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xistin. Hola civînê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alê Yekîtiya Jinên Ciwan hatibû xemilandin. Di civînê de endam û berdevkên yekîtiya jinên ciwan û Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê amadebûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Rêveberiya Kongreya Star ya herêmêa Firatê Raperîn Dêrik rewşa siyasî nirxand.    Raperîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: "Rojeva me ya sereke rewşa tenduristî yê birêz Abdullah Ocalan e. Ev 22 sal in Rêber Apo di girava Îmraliyê de ye û piştî rewşa tecrîdê tu agahî jê nayê girtin. Heya mafê wî yê rewa jî ji Rêber Apo hatiye standin. Her wiha ne parêzer û ne jî malbat nikarin serdana miwekila xwe bikin. Di heman demê de li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kir û li zindanan berxwedanek bê hempa tê meşandin. Dewleta tirk û hevkarên wê bi rojane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Li Eyn Îsa her roj topbaran û şer heye. Herî zêde êrîş li ser ciwanan tê kirin, bi şerê taybet mîna madeyên hişbir, fihûş, sixûr û mijarên bê exlaqî tên kirin. Ji bo ku em bikaribin pêşiya van tiştin bigirin, divê rêxistinbûna ciwanan bê xurtkirin. Ji bo ku em êrîşên dijmin vala derbixînin divê em yekîtiya xwe ava bikin. "    Piştî nirxandina rewşa siyasî rapora salê ji aliyê Berdevka Desteya Jinên Ciwan ya herêma Firatê Tolîn Şêx Mişmiş ve hat xwendin. Paşê nirxandin û nîqaş li ser rewşa jinên ciwan yê herêmê hatin kirin.   Piştî nirxandinan daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Firatê Dilê Berkel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê îro civîna xwe ya salane li dar xist. Gelek nîqaş di hundir civînê de hatin kirin, di heman demê de çawa ku jinên ciwan xwe li hemberî dagirkeriyê bi rêxistin bike û axa xwe biparêze berfirehî hatin niqaşkirin. Ev 10 sal in aloziyek li Sûriyê destpêkiriye û 8 sal in şoreşek pêk hatiye. Dewleta tirk û hevkarên wê axa me dagir dikin û dixwezin vîna gelê herêmê û pirojeya ku me hemû pêkhateyan bidest xistiye têkbibe û şoreşa me pûç bike.  Herî zêde yên ku dibin armanca êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê jinin, dixwezin di kesayeta jina azad e şoreşa me têk bibin. Li hember tundiya ku li ser jinan tê kirin divê em wek jinên herêmê xwe bi awayekî çalak û aktîf bi rêxistin bikin. Me wek Yekîtiya Jinên Ciwan dest bi pêngava seferberiyê kiriye û em ê taburekê avabikin û wek jin cihê xwe di nava mewziyên şer de bigrin. Banga me ji tevahî jinên ciwan re heye ku destek bidin pêngava me da ku em bi hev re li dijî dagirkerî û tundiyê têbikoşin."   Daxuyanî bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.