'Em li hember desthilatên zalim çongê danaynin' 2020-12-22 16:30:59   ENQERE - Têkildarî biryara girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê da zanîn ku ew cezayê dijhiqûqî û dijminatiyê nas nakin û got:"Leyla Guven û hemû girtîyên sîyasî rûmetên me ne. Em dê her dem li ser şopa wan bimeşin."   Derbarê girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku  têkoşîna gelê kurd a maf û aştiyê, li hember van êrîşan ji hêla gel tu caran bê bersiv nemaye û wiha hat gotin: "Em li hember desthilatên zalim çongê danaynin."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Wekî tê zanîn di dawîya meha hezîranê de, bi fermana Serdozgerîya Komarê ya Amedê, polîsan deriyê Kongreya Civaka Demokratik şikandin û piştre derîyê KCD’ê hat mohrkirin. Di bergeha heman operasyanê de di derheqê 64 sîyasetmedarên Kurd de biryara girtinê hate dayîn û 45 nûnerên sazîyên girsehî û kedê hatin binçavkirin. KCD ya ku di pêvajoya aştiyê de wekî mixatebek sereke dihat dîtin piştî ku pêvajo hate pelişandin wekî neyar hate qebûlkirin û rastî hiqûqa dijminatîyê hat. Bê guman bi van gilîyên binîvala, hikumeta AKP’ê dixwaze xebatên Kongreya Civaka Demokratîk bide sekinandin û derbeyê bibe ser tevgera sîyaseta Kurdan. Dîyar e ku xebatên legal ên sîyasetmedarên Kurd ji bo AKP’ê tirs û xofek mezin e û ji ber vê rastîyê hewl didin ku sazîyên demokratîk bi îthamên bêbingeh terorîze bikin.   Em li hember desthilatên zalim çongê danaynin   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven a ku parlamenterîya wê bi awayekî bêhiqûqî hate xistin dîsa rastî dijqanûntîya dadgehên dewleta tirk hat. Ev cezayê girtinê yê 22 sal û 3 mehan ê dane Leyla Guven encama nêzikatîya dijmintîya AKP’ê ya li dijî gelê Kurd e. Bi van cezayan hikumeta AKP'ê ya sazîyên dadrêsî kirîye binê baskên xwe dixwaze tevgera siyaseta Kurd tasfiye bike. Ev biryar car din nîşan dide ku sazîyên dadrêsî li gor pergela hiqumeta AKP’ê tev digerin û hiquqê dikin amûrên xebatên qirêj ên AKP’ê. Ev biryar ne bi tenê Leyla Guven û Kongreya Civaka Demokratîk, hebûna gelê Kurd û sazîyên demokratîk jî hedef digire. Di rêya aştî û demokrasîyê de Leyla Guven bûye rûmetek û vê tekoşînê di jiyana xwe de derxistiye holê. Divê ev yek baş bê zanîn, bi cezadayîn û bi girtinan tu hêz wekî Leyla Guven me jî ji rêya me nade vegerandin. Em tu car li hember desthilatên zalim serî natewînin û çok danaynin.   Em dê her dem li ser şopa wan bimeşin   Kongreya Civaka Demokratîk her dem xebatên xwe yên ji bo aştîyek bi rûmet bi gel re meşandiye û di demên herî dijwar de vê berpisyariya mezin girtiye. Xuya dike ku bi vê biryarê hikumeta AKP û zihnîyeta desthilat di bêçareserîyê de israr dike. Krîmînalîzekirina sazîyek wek Kongreya Civaka Demokratîk hewldanek vala ye û ji bo demokrasîya vî welatî şerm û fedîyek mezin e.Di demên nêzîk de bi dehan caran ceribandin ku me ji xebatên me paşve bikşînin, lê encam diyar e em her dem li ser lingan in. Têkoşîna gelê Kurd a maf û aştiyê, li hember van êrîşan ji hêla gel tu caran bê bersiv nemaye. Em vî cezayê dijhiqûqî û dijminatiyê nas nakin. Leyla Guven û hemû girtîyên sîyasî rûmetên me ne. Em dê her dem li ser şopa wan bimeşin."