Ji jinan daxuyaniya hevpar: Leyla Guven îradeya me ye 2020-12-22 14:20:17   ENQERE - Meclîsên Jinan ên partiyên siyasî yên bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan di daxuyaniya xwe ya hevpar de wiha gotin:"Wekî Leyla Guven dibêje 'em naçin derekê'. Ev welat ê me ye û em ê siyaseta xwe dewam bikin. Tu zext û polîtîkyên binçavkirinê nikare me ji tekoşîna me bikin."   Têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsên Jinê yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Jinê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Rizgariya Jinê, Jinên Endamên Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Meclîsên Jinê yên Sosyalîst (SKM), Partiya Sazûmaniya Ji Nû De ya Sosyalîst (SYKP) û Jinên Yeşil Solê daxuyaniya hevpar parve kir.    'Em vê biryarê nas nakin'   Di daxuyaniyê de bertek ji bo girtina Leyla Guven hat nîşandan û wiha hat gotin:"Leyla Guven vê sibehê demildest bêyî ku derxin dozger an jî dadgeriyê bi biryara girtinê şandin girtîgehê. Em vê yekê baş dizanin. Bi vê girtinê dixwazin çavên jinan û muxalefetê bitirsînin. Em vê biryarê nas nakin.Leyla emrê xwe ji bo têkoşîna jinan û gelê kurd derbas kiriye. Leyla li dijî neheqiyê her dem sekiniye. Leyla Guven îradeya me jinan e. Tu îktidara faşîst nikare me ji têkoşîna me bike. Nikare bi me gavê paşde bide avêtin. Ew ê êrişa faşîst a AKP-MHP'ê ji têkoşîna Leyla Guven re nebe asteng. Çi îktidar ji vî welatî derbas bû çû lê belê em man. Wekî Leyla Guven got em bi derekê ve naçin. Ev welat ê me ye û em ê siyaseta xwe dewam bikin. Tu zext û polîtîkyên binçavkirinê nikare me ji tekoşîna me bikin. Leyla Guven îradeya me ye. Em serî natewînin."