Ayşe Sûrûcû ya HDP'yî: Ev biryarek siyasî ye 2020-12-22 14:06:35   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de daxuyanî daan. Ayşe Sûrûcû ya HDP'yî ku bertek nîşanî girtina Leylayê da got: "Ev biryarek siyasî ye. Wekî berê îro jî li dijî Leyla ev zext  berdewam dikin.  Em ê li derve têkoşîna wê bimeşînin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê,  22 sal û 6 meh cezayê ku duh li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Leyla Guven hat birîn û di encamê de hat girtin, li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Silopiyê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Sûrûcû, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr,  Endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa"Jinên kurd tu carî serî netewandin û ew ê netewînin, Leyla Guven  rûmeta me ye" hat vekirin.    'Ev êrîş di şexsê Leyla Guven de li dijî hemû jinan hatiye kirin'   Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP'a Şirnexê Zeynep Salgucak ve hat xwendin. Zeynep, anî ziman ku îro carekedin bi darbeyek siyasî re rûbirû mane û got: "Îqtîdar bi Reforma Darazê ya Nû ve ku civakê dixapîne û manîpûle dike, bi biryarek skandal bi destê darazê li ser kurd û jinan dijminatiyê dimeşîne. Ev êrîş di şexsê Leyla Guven de li dijî hemû kurdan hatiye kirin. Leyla Guven ji dema HADEP'ê heta îro bi awayek aktîf xebatên xwe meşandiye. Leyla bi dehan caran hat binçavkirin, cezakirin û ket girtîgehê. Lê belê li dijî van hemûyan di nav xebatên siyasî de cihê xwe girt. Ev biryar ne bi tenê li dijî Leyla Guven û KCD'ê ye, her wiha li dijî hemû kesên muxalîf, jin û Gelê Kurd e."   'Bijî têkoşîn û berxwedana jinê'   Zeynep, destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye, kesekê berxwedêr e û wiha domand: "Leyla nîşaneya rûmetê ye. Ne ceza û ne jî girtin nikare Leyla Guven û me ji berxwedana me dûr bide xistin. Cezayê ku li Leyla Guven hatiye birîn di şexsê wê de êrîşek li dijî têkoşîna jinê ye. Lê belê bila bizanibin tu êrîş nikare li pêşiya têkoşîna me bisekine.  Em ê têkoşîn û berxwedana xwe  mezin bikin. Em ê xwedî Leyla Guven derbikevin. Bijî têkoşîn û berxwedana jinê. Em ê teqez biserkevin."   'Em ê li derve têkoşîna wê bimeşînin'   Piştre Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Sûrûcû axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna Leyla bidomînin û wiha got girtina Leyla Guven biryarek siyasî ye. Ayşe, bilêv kir ku dosyeya Leyla Guven berî ku biçe Dadgeha Bilind hat girtin û ev tişt anî ziman: "Lê wan tiştek ji bîr kir, Leyla Guven pêşenga berxwedana jinan e.  Leyla ji bo berxwedana gel û azadiyê gelek ked da. Wekî berê îro jî li dijî Leyla ev zext  berdewam dikin.  Em ê li derve têkoşîna wê bimeşînin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Berxwedan Jiyane" û "Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû.