Derbarê Semra Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin 2020-12-22 13:54:34   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de ji ber Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li mala wê hat binçavkirin bi hinceta “parastina sûcdar” lêpirsîn da destpêkirin. Têkildarî mijarê Semra wiha got:"Leyla hevala min a xebatê ye. Çi zirara hevala min a hatina mala min heye?"   Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê duh 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birîbû û biryara girtina wê dabû. Leyal duh bi şev li mala Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Îro piştî Leyla Guven ji Miduriyeta Polîsan a Amedê birin Edliyeya Amedê biryara girtinê li rûyê wê hat xwendin û ew şandin Girtîgeha Amedê ya Jinan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi boneya ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li mala Parlementera HDP’ê Semra Guzel bûye lêpirsîn derbarê Semra de da destpêkirin. Dozgeriyê bi hinceta "sûcdar parastiye" derbarê Semra de lêpirsîn da destpêkirin. Têkildarî destpêkirina lêpirsînê Semra wiha got:"Leyla hevala min a xebatê ye. Çi zirara hevala min a hatina mala min heye? Leyla got ez li vir im min bixwesta ez niha 10 carî reviyabam. Leyla bi vê gotina xwe peyama têkoşîna xwe ya geh li hundur geh li derve da."