TJK-E'yê li dijî girtina Leyla Guven banga berxwedanê kir 2020-12-22 13:46:51   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK'yê derbarê girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven de daxuyanî da û banga mezinkirina berxwedanê kir.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) Leyla Guven di çarçoveya doza xwe ya ku duh li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de û 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birin duh bişev li mala parlamentera HDP Semra Guzel a li Peyasa Amedê hat binçavkirin û girtin.    Daxuyaniya TJK -E'yê wiha ye: ''Bi ceza û gritinan ne Leyla Guven, ne jin û ne jî kurd wê dev ji têkoşînê negerin. Berevajî vê hêrsa me zêdetir dibe. Ev biryara bi dijminatî ne tenê li dijî Leyla Guven û KCD'ê ye, li dijî hemû jinan, kurdan û derdorên demokratîk e.   Em cezahyê nehiqûqî, bi dijminatî nas nakin, têkoşîna ji bo darizandina Erdogan ê dîktotor geştir bikin. Bila her kes bibe dengê Leyla Guven û têkoşînê geş bike.