HDP'ê bertek nîşanî girtina Leyla Guven da: Em ê serî netewînin 2020-12-22 13:44:41   AMED - HDP'ê bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven da û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Leyla Guven û hemû siyasetmedarên me yên girtî, rûmeta me û rûmeta gelên me ne. Em ê wekî HDP'ê her dem piştgiriyê bidin wan û şopdarê rêya wan bin."   Do di çarçoveya doza li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de  22 sal û  6 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn. Leyla ku îro anîn edliyeyê girtin û şandin Girtîgeha Jinê ya Tîpa T a Amedê. Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bertek nîşanî girtina Leyla Guvenê da û li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolû ya Rêzana Amedê daxuyaniyek da. KCD, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Tevgera Jinên Azad (TJA), Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER), Cigira Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran tevlî daxuyanî bûn. Daxuyanî ji aliyê Wekîlê Hevserokatiya HDP'a Amedê Îrfan Soner ve hat xwendin.   'Rastiya wan girtin, lêdan û îşkence ye'   Îrfan diyar kir ku rastiya desthîlatdarê girtin, lêdan, îşkence, binpêkirina mafê mirovan, tunekirina sazî û dezgêyan e û wiha got: "Em jî wekî HDP'ê çawa di serî de me serî netewand em niha jî serî natewînin. Ji niha pê de jî em ê serê xwe netewînin. Hûn çi dikin bikin, em ê li derve jî û li zîndanê jî siyaseta xwe berdewam bikin. Bi siyaseta xwe em ê we têk bibin. Di serî de Leyla Guven û hemû siyasetmedarên me yên girtî, rûmeta me û rûmeta gelên me ne. Em ê wekî HDP'ê her dem piştgirîyê bidin wan û şopdarê rêya wan bibin."   'Têkoşîna me azadiya gelê kurd û Kurdistanê ye'   Piştî daxuyaniyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û got: "Armanca wan bêdenghinştina me ye. Lê belê hevalên me di nav 40 salî de ku em dibînin sekna wan a bi rûmet ve roj bi roj em bi hêz dibin. Hikûmeta AKP’ê faşîst ji bo neçariya xwe di nava vê helwestê de ye. Hatine xelasbûnê. Lewra girtin û binçavkirinan pêk tînin. Lê em ê têkoşîna xwe hem li derve hem jî li  hundir  bidin. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê ye. Têkoşîna me azadiya gelê kurd û Kurdistanê ye."   'Leyla Guven rûyê hukumeta faşîst a AKP-MHP’ê teşhîr kir’   Piştî axaftina Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk Berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan jî axaftinek kir û wiha got:"Dîsa ji bo daxuyaniyê hemû hêzên dewletê bûne seferber. Ji ber ku peyvên jinên TJA'yê ji çekên wan bi hêztir e. Nasnameyên Leyla Guven ên wekî aktîvîsta TJA’ê, Parlementera HDP’ê a Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê; rûyên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê teşhîr dikir loma Leyla Guven hat girtin. Gotinên Leyla Guven ên “ Ez terka welat nakim. Ez ê hem li derve hem jî li hundir de têkoşîna xwe bidim” em wek TJA 'yê ê wan gotinan dîrokî dibînin. Em ê tu carî li hemberî desthilatdara faşîst a AKP-MHP’ê serî netewînin. Ew ji bo we wek xeyal e. TJA tu carî li hemberî olperestî, zayendperestî û netewperestiyê serî natewîne."