Li Mexmûrê koma 3'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt 2020-12-22 10:39:12   MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûnê ya girtiyan hatî destpêkirin îro bi dewr girtina koma 3'yem didome.    Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyan ve li dijî tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin girtiyan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ve greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Îro çalakî bi dewr girtina koma 3'yem didome.    Jinan di 18'ê kanûnê de destpî çalakiyê kirin û du rojan carekî koma xwe diguherînin. Îro koma 3'yem bi merasîmekî çalakî dewr girt. Li ser navê koma duyem Ezîze Spêrtî axivî û got: “Çalakiya me li ser esasê şikandina tecrita li ser rêberê me û piştgiridayina çalakiya li zindanê ye. Weke dayik em naxwazin ji girtigehên Tirkiyeyê cenazeyên zarokên me derkevin. Heta dawiyê ji em ê piştgirî bidin girtiyên zindanan ji bo serkeftinê çi ji destê me tê em ê pêkbînin û serkeftin ya me ye. Em serkeftinê ji hevalên xwe yên koma 3'yemîn re dixwazin.”