Endamên Meclîsa Ciwanan meş pêk anîn 2020-12-22 09:59:15   STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê,  ji bo ku piştgirîyê bidin girtîyên di gireva birçîbûnê de li Stenbolê meşa bi meşale dan destpêkirin.    Endamên Meclîsa Ciwanan ên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Esenyurdê, bi armanca piştgirîyê bidin girtiyên ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan di 27’ê Mijdarê de gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dabûn destpêkirin, li Taxa Ornek a Esanyurdê çalakîya Meşaleyê pêk anîn. Ciwanan  piştî ku meşale pêxistin dest bi meşê kirin. Ciwanan meşa xwe bi dirûşmên wek “Bijî berxwedana zindanan” Girtîyên siyasî rûmeta me ne” domandin.   Ciwanan ji bo ku piştgirîyê bidin girevên birçîbûnê bang kirin û ev gotin: “  Em piştgirîyê didin berxwedana girtîyan. Ev jî mafekî me rewa ye. Em bang gel jî dikin bila piştgiryê bidin me û li vê berxwedanê xwedî derkevin”.