Çîroka Fatma ya li gel nexweşiyê têdikoşe... 2020-12-22 09:34:45   ENQERE - Fatma Ozbay yek ji jinên girtî yên li girtîgehê, bi hêvî, bawerî û têkoşînê li gel nexweşiyê li ser piyan maye ye.  Fatma li gel nexweşiya xwe ya giran 23 sal e di girtîgehê de tê girtin.   Li dijî tecrîd û tundiyê jin li hemû qadan têkoşîna azadiyê diin.  Ji van qadan yek jê jî girtîgeh in. Girtiyên PKK'yî û PAJK'î  ku li dijî binpêkirina mafan her di berxwedanê de ne dîsa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan  di 27'ê mijdarê de det bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Ji van jinên têkoşer ku dest ji berxwedanê bernadin yek jê jî Fatma Ozbay e. Fatma li gel nexweşiya giran 23 sal e di girtîgehê de tê girtin û li gel vê jî dest ji berxwedanê bernade.    Me xwest ku em çîroka têkoşîn û berxwedana Fatma Ozbay (55)  a ku bi salan li gel nexweşiya penceşêrê di girtîgehê de tê girtin bi we re pave bikin.     Di zarokatiya xwe de tundiya dewletê nas kir   Fatma ji Bazîda Agiriyê ye û zaroka malbateke ku ji 5 zarokan pêk tê ya  4'emîn ne. Fatma ji zarokatiya xwe de zilm û zoariya li ser Gelê Kurd dibîne. Disa di zarokatiya xwe de li dijî zilmê tevgera azadiyê nas dike. Fatma bi saya bavê xwe yê şoreşger têgeha "şorş" û "şoreşgerî" nas dike.    Dest ji karmendiyê berdide û dibe şoreşger   Fatma dibistana seretayî û lîseyê li Bazîdê diqedîne û piştî wê li Şaredariya Bazîdê dibe karmend. Fatma piştî ku demeke dirêj karmendiyê dike, nakokiyên di nava pergalan de jî dibîne .Fatma piştî ku van naokiyan ferq dike dest ji karmendiyê berdide û ji bo azadiyê dest bi têkoşînê dike.    Fatma di 1994''an de careke din xwe nas dike   Fatma dixwaze di nava têkoşîna azadiya gelê xwe de cih bigire, lê gelek pirsgirêkan dijî. Fatma ya ku di salên 90'î de têkoşînê nas dike di 1994'an de birayê wê di pevçûneke bi hêzên dewletê re jiyana xwe ji dest dide. Xuşka Fatmayê jî di 1992'yan de tevli PKK'ê dibe.    Fatma bi naskirina PKK'ê re guhertin û azadiyê ji bo xwe dike hedef, xwe bi navê Raperîn bi nav dike .Raperîn di wateya serhildanê de ye. Serhildana Fatma li dijî rola ku ji jinan re hatiye dayîn û li dijî tundiya li gel tê kirin serî radike. Fatma 3 salan di nav PKK'ê de cih digire û hewl dide ku azad bibe.   28 salan di nava çar dîwran de   Xuşka Fatmayê Gulser Ozbay (Roza) di 1992'yan de tê binçavkirin û piştre jî tê girtin. Gulser bi hinceta "Yekitiya dewletê xira  kiriye" bi cezayê muebetê tê cezakirin û hîna li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin.    Cezayê muebetê lê hat birîn   Fatma ku di 7'ê Gulana 1997'an de hat binçavkirin, tê girtin û dişînîn Gitîgeha Tîpa M ya Midyata Mêrdînê.  Ev jî wekî xwişka xwe Gulser bi hinceta "Yekitiya dewletê xira kiriye" bi cezayê muebetê tê darizandin û piştre jî ji aliyê dadgeha leşkerî ve bi cezayê muebeta hepsê tê cezakirin.   Di serî de sirgûnî Bayburtê tê kirin   Fatma ji aliyê hevalên xwe ve wekî keseke ku girêdayî jiyanê ye tê naskirin, li girtîgehê jî bi moralê xwe yê baş tê nasîn. Li Girtîgeha Midyatê bi xwişka xwe re dimîne .Fatma û Gulser ku salên dirêj li heman girtîgehê dimînin di 2012'an de jî serigûnî Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê tên kirin.    Fatma li wê jî demeke dirêj bi xuşka xwe Gulser re li heman girtîgehê dimîne. Li wê têkiliyeke zêdetir germ di navbera wan de çêdibe. Fatma ku ji aliyê hevalên xwe ve weke jineke fedkar tê zanîn careke din tê sirgûnkirin û dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Jinan a Erziromê.   Li Erziromê tê tecrîdkirin   Girtîgeha Erziromê ji bo Fatma vediguherînin cihê tecrîdê.  Fatma li wê di hucreya yek kesî de dimîne û bi penceşêra memikê dikeve .Lê ne xuşka fatmayê û ne jî hevaleke wê dişînin cem. Fatma bi tena serê xwe ji nexweşiya penceşêrê tê dermankriin .Fatma êdî nema kare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne û bandora kemoterapiyê jî li ser zêde dibe.    Porê xwe bi mûçinkê jêdike   Fatma li gel ku êşeke mezin dikişîne dermanên wê jî ji aliyê gardiyanan ve nayên dayîn .Fatma ji ber ku kemoterapî dibîne porê wê diweşe û dixwaze porê xwe jêke. Lê rêveberiya girtîgehê meqesê nadiyê ku pê porê xwe jêbike û ew jî bi mûçinkê porê xwe jêdike.  Di wê demê de xuşka wê Gulser jî li Girtîgeha Şakranê ya Jinan a Îzmîrê ye. Li gel ku Fatma daxwaz dike biçe gel xuşka xwe jî destûr jê re nayê dayîn û di bin tercrîdê de dermankrina wê ya ji ber penceşêrê berdewam dike.    Gelek berhemên wêjeyî jî dinivîse   Fatma, piştî ku rewşa tendirustiya wê hinekî ber bi başbûnê ve diçe dişînin cem xuşka wê Gulser a ku li  Girtîgeha Jinan a Şkarana Îzmîrê dimîne. Fatma ya ku 23 salên xwe di girtîgehê de derbas kirine, gelek berhemên wê yên ku hîna negihîştine ber destên xwendevanan jî hene. Fatma nivîsên xwe herî zêde wekî makale, helbest û çîrok girtine diest. Herwiha Fatma li ser 4'ê Nîsanê jî helbesteke bi sernavê  "4'ê Nîsanê" nivîsandiye.