ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'Î 2020-12-22 09:00:00   *Jinên ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê dimînin nerazîbûnên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê anîn ziman û wiha gotin: "Li dijî êrîş û gefên dewleta tirk em ê li ber xwe bidin û teslîmkariyê qebûl nekin. Têkoşîna me hebûna me mayinde dike." DÎMEN HEYE   * Pirtûka duyem a nivîskar Rengîn Kardelen Ezda derket pêşberî pirtûkhezan. Rengîn ji bo pirtûka xwe ya wiha dibêje: "Çîrok û serpêhatiyên navborî jixweveqetîn û lixwevegera civakekê ye ku hêj jî didome. Ev çîrok romanek vejînê ya civakî ye ku di jiyana keçeke biçûk de hatiye honandin."   * Ji bo Ayşe Gokkan a ku di 2013'an de li dijî dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hat lêkirin, ket rojiya mirinê yek û 8 me ceza hat birîn. Her wiha ji bo li dadgehê parastina bi Kurdî kir 250 TL ceza lê hat birîn.    *Girtiya siyasî Filîz Işik a ku di Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya  Amedê de dimîne, di hevpeyvîna bi riya telefonê bi malbata xwe re kiriye wiha diyar kir: “Hevalên me yên ku li dijî tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kirine rastî tundî û gefan tên. Ji bo her yekê cezayê disiplînê tê dayîn.” BI DÎMEN   *Aktîvîsta mafên jinan Meral Çîçek, bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Di sala 2007'an de Erdogan berê xwe da Washingtonê û piştî hevdîtinê di nav de Tirkiye, Irak û KDP'ê heyî mekanîzmayeke sê alî li Başûr hat avakirin. Ev mekanîzma hêj di devrê de ye. Ev mekanîzma xweseriya Başûr tu carî qebûl nake û li dijî vê her tim di nava tevgerê de ne."   *Li gel ku di ser erdheja li Elabkê re 10 meh derbas bûn jî sozên ku hatin dayîn nehatin cih. Şêniyên ku li gel hewaya sar di konteyniran de dimînin, diyar kirin ku ji tu saziyên dewletê ji bo wan alîkarî nehatiye û gotin ku wan bi derfetên xwe hem pêdiviyên xwe bi cih anîne.  DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mihemed xebatên xwe yên sala 2020'an, asta guhertin û lêvegera jin û civakê ya hunera resen bi berfirehî nirxand. Rûkenê da zanîn ku çanda ku li derdora xwedawendên jin ava bû, îro neviyên wan xwedawendan vê çandê zindî dikin. DÎMEN HEYE   *Fatma Ozbay yek ji jinên girtî yên li girtîgehê, bi hêvî, bawerî û têkoşînê li gel nexweşiyê li ser piyan maye ye.  Fatma li gel nexweşiya xwe ya giran 23 sal e di girtîgehê de tê girtin.   * Jinên Kurd li dijî windabûna bi şik a Gûlîstan Doku, Îpek Er û bûyera destdirêjîyê ya ku Kercewsê rû dabû, şelandina xwezayê, erîşa li dijî hevserokatîyê û li dijî tecrîdê tekoşîn kirin. Li hember van hemû bûyeran TJA’yê kampanyaya “ Em xwe diparêzin” dest pê kir û dê vê kampanyaya xwe bigihînin sala 2021’an. DÎMEN HEYE   *Ew ê civîna Yekîtiya Jinên Ciwan a salane li Kobanê bê lidarxistin. (11:00)   *Têkildarê girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven wê li avahiyê HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî were dayîn. (12:00)