Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşan meşiyan 2020-12-21 17:25:33   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê, şêniyên bajarê Qamişloyê meşeke girseyî li dar xistin.    Şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê bertekên xwe nîşan dan. Şêniyan bi dirûşma"Na ji dagirkeriya dewleta tirk û DAIŞ'ê re", meşeke girseyî li dar xistin. Meş bi beşdarbûna sedan ji şêniyên bajêr, sazî û dezgehên sivîl pêk hat. Meşa ku ji taxa Mûnîr El-Hebîb dest pê kir û li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) rawestiya. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û wêneyên zarokên ku di encamên êrîş û komkujiyên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan.   Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo pekrewanên azadiyê, Endama Meclîsa bajarê Qamişloyê Şemsîxan Gulo axaftin kir.    Şemsîxanê bal kişand ser êrîş û kiryarên ku dewleta tirk li dijî gelê herêmê  pêk tîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ne cara yekemîn ku dewleta tirk êrîşî bajar û herêmên me dike. Dewleta tirk bi salan e dijminatiya gelê herêmê dike, bê ferq û cûdahî di navbera pêkhateyan de kiryarên xwe dide bikaranîn. Armanca dewleta serwer ew e ku doza gelê me neçe serî. Li Eyn Îsayê ev çend roj in dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe zêdetir kiriye. Dewletên ku destekê didin dewleta tirk ji rewşa heyî xwe paşguh dikin, tevî ku baş dizanin ku dewleta tirk bi van êrîşan mafê mirovan dîsa binpê dike. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em van êrîşan şermezar dikin û li hember wê van êrîşan bertekên xwe didin nîşandan. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin heya ku em mafê xwe hemû gelên herêmê misoger bikin. Serkeftin ya gelê berxwedêr e."    Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana gelan" bi dawî bû.