Li Mexmûrê greva birçîbûnê didome 2020-12-21 15:18:40   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê hat destpêkirin didome. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku dê çalakiya xwe heta serkeftinêkê bi dest bixin bidomînin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya ku li girtîgehên Tirkiyeyê hatî destpêkirin di 18’ê kanûnê de bi pêşengiya Meclîsa Îştar greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakiya ku bi pêşengiya jinan pêk tê bi koma duyem didome.    Di koma yekem de Fadîle Piranî cih girtîbû û îro bi koma yekem hat serdana koma duyem û wiha axivî: "Ji bo serkeftinê çi ji destê me tê pêwîst e em pêk bînin. Em di wê hêviyê de ne ku ev çalakîya me dê bi ser bikeve û serkeftin her tim ya Gelê Kurd e.”   Li ser navê koma duyem jî Bihar Kara axivî û got: "Armanca çalakiya me diyar e ji bo şikandina tecrîda li ser rêbertî û piştgiriya ji bo çalakiya zindana  ye. Çalakiya me jî li ser esasê serkeftina vê pêngava ‘Dem dema azadiyê’  hatiye destpêkirin. Heta serkeftinê wê çalakiyên me berdewam bikin.”