'Em dewletên navneteweyî berpirsê êrîşan dibînin' 2020-12-21 15:14:30   EYN ÎSA - Rêxistina Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê, nobeta konê çalakiyê girt.   Dewleta tirk ji 18’ê kanûnê de bê navber êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike. Piştî kontrolkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, niha Eyn Îsa hedefa armancên dewleta tirk û komên girêdayî wê ye.  Têkildarî êrîşan di heman dîrokê de di 18'ê Kanûnê de Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê konê çalakiyan li dijî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ber Baregeha Rûsyayê veda. Ciwanan sê rojan nobeta konê çalakiyê girtin, piştî sê rojan ciwanan nobeta xwe bi dawî kirin. Îro Rêxistina Kongereya Star a navçeya Eyn Îsayê nobeta konê çalakiyê girtin. Dê nobeta wan sê rojan bidome û wê her roj bajarek serdana konê çalakiyê bike.       Konê çalakiyê bi wêneyên jinên pêşeng  ên ku bûne hedefa êrîşên dewleta tirk, alên Kongreya Star, alên Rêveberiya jinan ya Reqayê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê û pankartên bi nivîsa "Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin", hat xemilandin. Di roja yekem de dê Endamên Rêveberiya Jinê ya bajarê Reqayê nobeta konê çalakiyê bigirin. Beriya ku Rêveberiya Jinê ya Reqayê nobeta konê çalakiyê bigire daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên ku dê nobetê bigirin beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Jinê ya Reqayê, Meryam Ibrahîm ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Li ser navê tevgerên jin em êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar dikin. Navçeya Eyn Îsayê cihekî stratejîk e û ji bo tevahî herêmên me girîng e. Dewleta tirk dixwaze vê navçeyê dagir bike, da ku hemû herêmên me ji hevdu qut bike. Dewletên ku qaşo li ser herêmê gerentor in piştevaniya êrîşan dikin û bê deng in. Her kes dizane ku kiryarên dewleta tirk êdî ji rêzê derketiye û bê navber êrîşî her deverê dike. Îro em weke rêxistinên jinan li herêmên rizgarkirî, li dijî van kiryaran me dest bi çalakiyên xwe kiriye û dê çalakiyên me dewam bikin heta ku em dagirkeran ji ser axa xwe biqewirînin. Hemû dewletên bê wijdan çavên xwe ji van êrîşan digirin û rêkê ji tirkiyeyê re vedikin ku gelê sivîl di komkujiyan re derbas bikin. Wê têkoşîn biryara me be, rawestandin tune ye heta ku em li ser axa xwe aram bijîn.”   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.   Ji bo heman mijarê Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê jî daxuyanî da û çalakiya jinan pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star ya navçeya Eyn Îsayê, Cîhan Mislim ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Dewleta tirk li tevahî Rojhilata Navîn kiryaran li ser civakan pêk tîne. Di her demê de ev êrîş li ser gelên ku di welatên xwe de aram dijîn tên meşandin. Armanca van êrîşan ew e ku azadiya gelan, tevgerên jinan û şoreşa wan têk biçe. Polotîkayên AKP’ê pir qirêj in. Bi van êrîşan re mirov hatin qetilkirin, koçberkirin û revandin. Her wiha ewlehî û aramiya civakan têk çû. Em dibêjin kesên ku rê ji dewleta tirk re vedikin ku êrîşî herêmên me bike, berpirsên van êrîş û komkujiyan e. "   Daxuyanî bi dirûşma "Berxwdan jiyan e" bi dawî bû.