Zeynep Dûrgût bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin 2020-12-21 11:53:25   WAN - Nûçegîhana MA'yê ya di bin çavan de Zeynep Dûrgût bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.   Nûçegîhana Ajansa Mezoptamyayê (MA) Zeynep Dûrgût dema di 17'ê Kanûnê de ji Şirnexê ji şopandina nûçeyan vedigeriya Cizîrê polîsan çek dabûn rûyê wê û ew binçav kiribûn. Zeynepa ku îfadeya wê li emniyetê qediya anîn edliyeyê.    Piştî îfadeya dozgeriyê bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê pêkanîna çalakiyan" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.