Li Kuçukçekmeceyê mirina bi guman a zarokekê 2020-12-21 11:13:01   STENBOL- Li Kuçukçekmeceyê zarokekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê zarokekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Zaroka ku do di saetên êvarî de malbata wê ew bir nexweşxaneyê piştî anîn malê hat hînbûn ku bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Piştî malbatê bûyer ferq kir bang ambûlansê kirin û ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji bo lêkolîna cenazeyê zarokê cenaze birin Saziya Tipa Edlî ya Yenibosnayê.    Hat diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.