Fîlîz Buluttekîn: Em kampanyaya 'Em xwe diparêzin' bidomînin 2020-12-21 09:07:57   Safiye Alağaş   AMED - Aktîvîsta TJA'yê Fîlîz Buluttekîn, kampanya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" nirxand û got ku pêvajoya kampanyê veguheriye hêzeke mezin, ew ê bi vê hêzê têkoşînê mezin bikin û kampanyayê bidin berdewamkirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15'ê Îlonê de, i dijî tecrîd, destdirêjî, tecawiz, qirkirina siyasî, baweriyan û êrîşên li ser zimanê dayikê strarta kampanya "Em xwe diparêzin" dabû. Di pêvajoya kampanya ku 4 mehan berdewam kir de, TJA'yê çalakî li dar xisitn û perwerde da.    Aktîvîsta Fîlîz Buluttekîn derbarê kampanya ku 4 mehan berdewam kir de nirxandin kir.   'Îqtîdar mêr diparêze'   Fîlîzê diyar kir ku kampanya serkeftî derbas bûye û dema ku derketina qadê dîtin ku çiqas pêdivî bi vê kapmanyayê heye. Fîlîzê got ku ew li her cihê ku çûnin kêfxweşiya ku bi jinan re hatine gel hev jiyane, kelecanî bûne û wiha berdewam kir: "Carna em li hember tiştên ku jiyanan jiyane xemgîn bûn û me xwest ku em bibin çareserî. Car caran jî em bûn mêvanên mala wan .Me dît ku çiqasî pêdiviya me bi hev heye. Me hev rêxistin kir û me hêz ji hev girt. Di demên dawîn de bi girtina saziyên jinan re jin mahkûmê zîhniyeta mêr hatin kirin û îqtîdar jî niha bi pratîka xwe mêr diparêze. Ji ber vê jî tundî tê rewakirin. Me dît ku çiqas pêdiviya jinan bi kampanyayek wiha heye û em ketin nav hewldanan."   'Kampanyayek ku pêdivî pê hebû'   Fîlîzê bi bîr xist ku waên li li ser mijarên parastina rewa, zayenda civakî û polîtîkayên taybet ên şer panel li dar xistine û semîner dane û ev tişt got: "Di heman demê de me bal kişand ser êrîşên li ser xwezayê û girîngiya zimanê dayikê. Me di çaroveya xebatên xwe de serdana malbatên jinên hatin qetilkirin kir û mexest ku em em bibêjin em li cem we ne. Me meşeke girseyî di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li dar xist.  Me xebateke ku çîrokên jinên hatine qetilkirin vedibêje kir.  Kampanya me ji ber pêdiviyên heyî pêk hat. Ji ber ku em hatibûn ast ku em bibêjin êdî bes e. Jinan jî bi vê kampanyayê re dîtin ku ne bi tenê ne û ne bê alternatîf in.  Ev ji bo me gelek girîng bû. Jinên ku em bi wan re hatin gel hev me dît ku polîtîkayên qeyûm ji nêz ve dişopînin.   Ji hertiştî wêdetir me ji hev hêz girt. Ji bilî vê me dît ku divê rêxitinbûn esas bê girtin. Jinan ji me re gotin ku ew li gel me ne û pergala hevserokatiyê dipejirînin. Me bi hev re li ser pêşketinê niqaş kir.  Kampanyayek girîng û di cih de bû."   'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'   Fîlîzê bahsa ku wê kampanya xwe ji îro û şûnde çawa berdewam bikin jî kir  û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di çarçoveya kampenyayê de 4 mehên ku me dabûn pêşiya xwe qediyan. Lê kampanya neqediya ye.  Wê berdewam bike. Di kampanya ku me pêk anî de pêdivya ku divê saziyên jinan bên zêdekirin, cihê wan ê jiyanê bê firehkirin û cihekî ku jin xwe hêsan bikaribin lê îfade bikin derket holê.  Kampanyayek dem dirêj e. Ji ber vê wê têkoşîna jinê mezin biber û berdewam bike.  Em dest ji destkeftiyên xwe yên ku bi keda jinan hatin bidestxisitn bernadin û em tundiya ku wekî qedera jinê lê tê ferzkirin qebûl nakin.  Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û li qan bin."   'Em ê xwe bi rêxistin bikin'   Fîlîzê diyar kir ku wan bi vê kampanyayê re hem hêz dane û hem jî hêz girtin, ev 4 mehên kampanyayê ji bo wan bûne hêz û  di dirêjiyê de wiha got: "Bi hêza ku me ji qadan girt em niha li ser ku em çawa dikarin kampanyayê mezin bikin û çawa dikarin  bêhtir jinan bi rêxistin bikin niqaşan dikin.  Wê xebatên me li ser medya civakî bidomin û wê panel û komxebatên me yên bi jinan re jî berdewam bikin.  Tişta girîng ew e ku em ê ji qadan venekişin. Em ê gera xwe ya mal bi mal berdewam bikin û xwe bi rêxistin bikin. Em dizanin ku heta em  xwe bi rêxistin nekin em nikarin zana bibin.  Em ji ber pandemiyên nikarin çalakiyên girseyî pêk bînin.  Lê em ê xebatên xwe li taxan  û li qadan berdewam bikin."   'Armanca me mezinkirina kampanyayê ye'   Fîlîzê diyar kir ku armanca wan mezinkirina kampanyayê ye û got ku ew ê li dijî tundiyê parstina xwe ya rewa pêş bixin. Fîlîzê diyar kir ku tundî ne qedera jinê ye û wê li qadan têkoşîna xwe bidomînin.