'Min pakrewan bi destên xwe oxir dikirin' 2020-12-21 09:04:53   Ferîda Zade   ŞEHBA - Fatme Şêx Bilo ku niha di Koordînasyona Kongreya Star a Navçeya Ehrezê ya Şehbayê de cih digire, da zanîn ku di Berxwedana Serdemê de wê cihê xwe di cenazexaneya pakrewanan de girtiye û wiha got: “Min bi destê xwe pakrewan oxir dikirin.  Tevî êş û zehmetiyên ku dihatin jiyîn, dîsa jî me hêviya xwe ji berxwedanê qut nedikir.”     Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê Kantona Efrînê dagir kirin. Bi êrîşa dagirkeriyê re gelek bûyerên bi êş li Efrînê qewimîn. Şêniyên Efrînê li dijî êrîşan bi vîn û têkoşîneke xurt li ber xwe dan. Berxwedana gel bi rengên cuda derkete pêş û dîsa jî pêşengtiya jina têkoşer têde misoger bû. Têkildarî çîrokên berxwedana serdemê, jina bi navê Fatme Şêx Bilo ku niha di Koordînasyona Kongreya Star a Navçeya Ehrezê ya Şehbayê de cih digire, li ser Berxwedana Serdemê axivî.    ‘Hovîtiyeke pir dijwar li Efrînê kirin’   Fatme got ku di Berxwedana Serdemê de wê têkoşîna xwe di cenazexaneya pakrewanan de dida meşandin û wiha domand: “Ji rojên destpêkê ve em di Berxwedana Serdemê de di nava têkoşînê de bûn. Me qebûl nekir ku em di mala xwe de rûnin û rûmeta me li ber piyan biçe. Min cihê xwe di komîteya cenazexaneya pakrewanan de girt û dema pakrewan dihatin, me wan hazir dikir ku em wan oxir bikin. Ev kar tu carî ne hêsan bû, ji ber tu zarokên welatê xwe bi destên xwe oxir dikî. Hovîtiyeke pir dijwar li Efrînê hate kirin û heta niha em êşa wê dikşînin.”     ‘Bûyerên bi êş li ber çavên me diqewimîn’    Fatme di berdewamiya gotina xwe de bûyerên bi êş yên ku bi çavê xwe didîtin bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Gelek bûyerên bi êş di Efrînê de qewimîn û me bi çavên xwe dîtin. Hemû şervan û zarokên me bi bakafirên dewleta tirk şehîd dibûn. Di rojên destpêkê de bûyera gundê Kobelê rû da, balafirên dewleta tirk li gund xistin û têde 21 kes ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan. Dema cenazyên wan ji me re  anîn em pir hestiyar bûn, me êdî cenaze ji hevdu dernedixistin. Her şehîdekî me oxir dikir êşa wî cuda bû, hemû şehîd di serî de birîndar dibûn, birînên wan gelek giran û dijwar bûn. “    ’Me di berxwedanê de israr dikir’   Fatme di dawiyê de hestên xwe yên ku di wan kêliyan de jiyabû ji me re anî ziman û wiha bi dawî kir:  “Ez bi xwe jî hevjîna şehîdekî me û em 4 hevjînên şehîdan di cenazexaneyê de dixebitîn. Tevî êşa ku em dijiyan jî me di berxwedanê de israr dikir. “