'Nikarin asayişa me ji nedîtî ve bên' 2020-12-20 11:54:06   Evîn Zenda /Elmas Nayif   ŞENGAL - Çalekiya konê Rûmetê ya şêniyên Şengalê ku li beramberî pilanên Dewleta Tirk, Hikûmeta Iraq  û PDK’ê kete roja 19’an. Şêniyên Şengalê li beramberî van pilanan piştgiriya bi Asayişên xwe re bi biryardarî  didomînin.    Çalakiya ku xelkên Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê dane destpêkirin, di roja xwe ya 19’an de dewam dike. Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedabûn. Jinên Şenalê derbarê çalakiyê de axivîn.   'Em bi yên pişta xwe dan me bawer nabin'   Di derbarê çalekiya Konê Rûmetê ya ku ketî roja 19’an, dayika çalekvan ya bi navê Hemşê Elî nirxandin kir û got: “ Ev 19’ e roje bê navber şêniyên Şengalê tên serdana kon û her wiha kom bi kom li vir li gel asayişa xwe nobetê digirin. Em weke jinên Şengalê bi biryarin heta dawî ji bo parastina Asayişa xwe û ji bo avakirina xweseriya Şengalê têbikoşin. Ev caşên ku li vanderan bi cih kirine me nizanin ku kî ne û em bi wan re ne di ewleyê de ne. Kî çidibêje bila bêjin em dizanin ev plan tevahî ji bo tinekirina me ne. Bila baş bi zanin tu caran em bi yên pişta xwe dan me bawer nabin. Ger ew di nava me de bimînin tu ewlehiya me namîne, ji ber me ferman ji bîr nekiriye û em tu carn ji bîr nakin. Heta em bigihîjin armanca xwe em ê têbikoşin."   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Ciwana bi navê Dilvîn Dexîl jî wiha qala biryardariya ciwanan ya di derbarê çalekiya Kon de kir: “ Em weke ciwan li beram berî van biryaran bihêrs in, ji ber yên xwediyê vê xakê em in û kesek nikare li ser navê me biryaran bigire. Dibêjin ‘em asayişên we na pejirînin’ gelo kî wan dipejirîne em jî wan na pejirînin. Me li ser vê xakê bi sedan Şehît dane em ê her li dûv doza xwan bin û xaka ku me ji daişê xelas kirî em nadin kesekê din.  Ger ku îro li vê xakê xwedî derdikevin çima di fermanê de me bi tenê hiştin. Piştî fermanê weke şêniyên Şengalê me di gelek waran de xwe pêş xist weke ciwan bi taybet me xwe perwerde kir û niha em di wê astê de ne ku bersiv bidin tevahî kesên ku dixwazin vê civakê xira bin. Li bera berî van pilana em ji her tiştî re amade ne em ê heta serkeftinê tekoşîna xwe berdewam bikin.”