Jinên dengbêj ên Mexmûrê piştgirî dan çalakvanên di grevê de 2020-12-20 10:14:12   MEXMÛR - Dayîkên Dengbêj ên li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr bi stranên ku gotin piştgirî dan çalakvanên gireva birçîbûnê.    Jinên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bi pêşengiya Meclisa Jinan a Îştar ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kiribûn.Dayîkên li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ji bi hunera xwe ya dengbêjiyê piştgirî dan çalakvanên gireva birçîbûnê.    Besê Budak a dengbêj derbarê mijarê de axivî û got,  "Em hîvîdarîn ku ev çalakî bibe çalakiya dawî û bibe wesîleya azadiya Rêber Apo. Wê serkeftin ya Gelê Kurd be, em ji hemû çalakvanan re serkeftinê dixwazin û piştgiriya xwe bi wan re radigihînin.’’   Çalakiya gireva birçîbûnê ku li saziya Malbatên Şehîdan bi 10 Jinan hatibû destpêkirin berdewam dike.