‘Bi rêya perwerdeyê jin dikare xwe ji hemû êrîşan biparêze’ 2020-12-20 09:02:58   Raperîn Bekir   ŞEHBA - Endama Komîteya Jineolojîyê ya Herêma Efrînê Zaxocan Hisên, li ser pêwîstiya xweparastina jinê ya ji sîstem û zîhniyetên desthilatdar nêrîna xwe anî ziman. Zaxocanê wiha got: “Ji dîrokê heta roja me ya îro her êriş li jinê hatiye kirin û jin hatiye bindestkirin. Jin bi rêya perwerdekirinê dikare xwe ji hemû êrîşan biparêze.”   Jin di serdemên neolotîk de weke xwedewand dihat dîtin û di civakê de cihekî wê yê girîng hebû. Ev yek jî ne li gor hesabên mêrên serdest bûn, loma zîhniyeta baviksalarî derket holê û jin kirin bin sîwana koletiyê de. Jin ji mafê xwe yê parastinê hatibûn mehrûmkirin û di bin siya mêr de dijiyan. Pêwîstî hebû ku jin bi xwe parastina xwe bike. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi saya fikir û ramana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêza jinê zêdetir bû. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Jinyolojîyê ya Herêma Efrînê Zaxocan Hisên, li ser pêwîstiya xweparastina jinê ya ji sîstem û zîhniyetên desthilatdar nêrîna xwe anî ziman û bi me re parve kir.   'Jinê hebûna xwe û civaka xwe diparast'   Zaxocanê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser pêşengtiya jinê ya di serdemên berê de û wiha pê de çû: “Di serdema Neolotîk de jin rol û misyona xwe dabû avakirin. Civak bi rengekî hevbeş bi rê ve dibir û xwedî cihekî girîng bû. Jinê hebûna xwe û civaka xwe ji tunekirinê diparast. Her wiha pêşengtiya civaka xwe dikir. Hezkirin, wekhevî û aştî di nava civakê de belav dikir. Ev jî li hesabê zîhniyeta mêrên serdest nedihat, loma koletiya jinê pêş xistin.”   ‘Bi perwerdeyê jin dikare xwe biparêze’   Zaxocanê di berdewamiya gotina xwe de da zanîn ku di roja me ya îro de jinan dîrok nivîsandin û wiha domand: “Mêrên desthilatdar her dixwestin jin mîna zayendeke lawaz di nava civakê de bimîne ku tenê mêr dikare erkê parastina jinê bigire ser milê xwe. Lê jina berxwedêr ev yek qebûl nekir û bi lehengiya xwe dîrok nivîsand. Bi rêya perwerdekirin û zanekirinê jin dikare bi fikrê xwe li dijî zîhniyeta baviksalarî û polîtîkeyên desthilatdariyê bisekine. Jin dikare xwe û welatê xwe jî biparêze, ev yek jî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de derket pêş.”   ‘Em ê li hember sîstemên heyî hebûna xwe biparêzin’   Di dawiya gotinên xwe de Zaxocanê bang li tevahî jinên cîhanê kir ku têkoşîna xwe li dijî koletiyê mezin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min li tevahî jinên cîhanê heye ku vegerin cewherê xwe yê rast. Her wiha cewhera jinbûnê di fikrê xwe de biafrîne, ta ku em bikaribin li hember zîhniyet û sîstemên heyî yên desthilatdar hebûna xwe biparêzin.”