Xizmên Windayan aqûbeta Ahmet Bîçîmlî pirsîn 2020-12-19 14:19:53   AMED - Xizmên Windayan, di çalakiya xwe de aqûbeta Ahmet Bîçîmlî pirsîn    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di hefteya 619’emîn de, çalakiya heftane ya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji ber şewba vîrûsê û qedexeya derketina kolan bi rêya onlînê li dar xistin.   Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Ahmet Bîçîmlî (55) yê di 20’ê Îlona 1994’an de, dema ku ji gundê xwe Korîta diçû navçeya Faqînê ya Amedê, li derdora gundê Heremşeytanê endamên Hizbûllahê rêya wî birîn, bi zorê li wesayîtek spî sîwar kirin û revandin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Gûrbet Yavûz çîroka Ahmet Bîçîmlî xwend.    Gûrbet diyar kir ku Ahmet bavê 7 zarokan bû û wiha got: “Ahmet zewîcî bû di sala 1994’an de, gelek caran gef lê hatin xwarin. Bîçîmlî di 20’ê Îlona 1994’an de, dema ku ji gundê xwe Korîta diçû navçeya Faqînê ya Amedê, li derdora gundê Heremşeytanê endamên Hizbûllahê rêya wî birîn, bi zorê li wesayîtek spî sîwar kirin û revandin. Şivanên wê rojê bûn şahide  bûyerê, tiştên dîtibûn înkar kirin û nexwestin şahidiyê bikin.”   Gûrbet, da zanîn ku endamên malbatê piştî windabûna Ahmet dest bi lêgerîna wî dikin û wiha pê de çû: “Hevjîna Ahmet Bîçîmlî bi lawên xwe re diçin Qereqola Eskerî ya Farqînê û pirsa aqûbeta wî dikin. Lê ji qereqolê tu agahiyan bi dest naxwin. Li gel hemû hewldanên lêgerîna malbatê jî tu agahî ji Ahmet nayê girtin.”     Gûrbet, dest nîşan kir ku malbata Ahmet Bîçîmlî, piştî revandina Ahmet 3 salan diçe li Êlihê bi cih dibe û wiha bi dawî kir: “Malbata Ahmet piştî revandina wî, neçar dimîne ku hemû heywanên xwe bi erzanî bifiroşin û li Êlihê bi cih bibe. Malbatê serî li hemû saziyên dewletê da, lê hemû hewldana wan bêencam ma. Ji wê roj û şûnde bi tu awayî agahî ji Bîçîmlî nehat girtin.”