Dayika Asli ya girtî: Deng bidin dengê zarokên me 2020-12-19 09:19:40   STENBOL - Dayika girtî ya Asli Calihan a di greva birçîbûnê de ye, Zeynep Calihan da zanîn ku divê daxwazên girtiyên di grevê de ne bên qebûlkirin û got:"Deng bidin dengê zarokên me."   Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan girtiyên siyasî yên li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya greva birçîbûnê didome.   'Em dixwazin hûn hestiyar tev bigerin'   Zeynepê bi lêv kir ku keça wê Asli ya di nava koma 5'emîn a greva birçîbûnê cihê xwe digire di 17'ê mehê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got:"Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin. Em naxwazin zarokên me bimirin, em naxwazin ji girtîgehan cenazeyên wan derkevin. Em dixwazin hûn hestiyar tev bigerin. Em dixwazin hûn deng bidin dengê zarokên me."